‘Ji bilî têkoşînê rêyek din tune ye’ 2021-03-05 09:03:11     Hîkmet Tunç   WAN - Jiyana Şukran Şen û Emîne Bozkurt çend ji hev cûdabin jî dema mijar dibe nasnameya jin serpêhatiyên wan dibin yek. Her du jin bi têkoşîna xwe rêyek din dan ber xwe û xwestin bibin dengê jinên din.    Li her qadên jiyanê jinan ji bo mafên xwe li ber xwe didin. An bi tenê serê xwe an bi malbata xwe re an jî bi rêxistinî li ber xwe didin. Lê belê hemû jinên ku li ber xwe didin jî di ferqê de ne ku bi rêxistinbûyînê xwe dighînin serkeftinê. Her jinek serpêhatiyek wê heye û di nav de eş, azar û serkeftinek heye. Me xwest em çîroka Şukran Şen, Emîne Bozkurt bînin ziman.    ‘Ez fêr bûm ku bi duayan şîdet bidawî nabe’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artemîta Wanê Şukran Şen diyar kir ku du hevjînên bavê wê hene û bavê wê şîdet li dayika wê kiriye. Têkoşîna Şukranê bi lêpirsîna "Ez çawa dikarim dayika xwe ji wê rewşê rizgar bikim" dest bi têkoşînê dike. Di 14 saliya xwe de bi zorê şarşefa reş lê dikin. Şukran, êdî li taxê dersa Kuranê dide. Şurkan wiha got: "Min li taxê dersa Kuranê da. Ez tevlî sohbetan dibûm û min diparast ku divê jin bibin jina herî makûl. Dayika min her tim bi şîdeta bavê min re rûbirû dima. Min her tim dua dikir ku şîdet bidawî bibe. Lê duayan têr nedikir. Ez di cematê de bûm. Ji min re digotin ji ber ku te çarşef li xwekiriye û mêr tenabînin û guhenê te jî nîne. Piştî demekî min meletî kir.”   ‘Min çarşef berda’   Şukran jî di temenê xwe yê biçûktiyê de hat zewicandin. Şukran di 2014’an de tevlî xebatên Meclîsa Jinan HDP'ê dibe û wiha behsa xwe kir: "Axaftinên di civînan bandor li min kir. Ez tevlî komîsyonên taxê bûm. Li dijî şîdeta li ser jinan me xebat meşand. Ji ber temenê min biçûk bû nikaribûm bibin xebatkara fermî. Min ewil çarşefa xwe avêt. Li dijî pirsgirêkan bûm hêza çareseriyê. Li her derê me jinan diguhert, jinan jî em diguhertin. Me pisgirêkên wan çareser dikirin. Felsefa jiyana min guherî. Mixabin nêzîkatiya serdest ya mêr li her derê hebû. Lê êdî çareserî hîn bêtir zelal bûn. Bilî têkoşînê rê tunebû. Niha ez hevseroka HDP’a Artemîtê me û wisa têkoşîna xwe didim.”   ‘Ez ji sekna Ayşe Gokkan bi bandor bûm’   Endama Komeleya Jinan a STAR Emîne Bozkurt jî di salên 90’î de ji ber zextên dewletê ji Colemêrgê koçberê Payîzavaya Wanê bûye. Piştî demekî jî vir jî berê xwe dan navçeya Rêya Armûşê. Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat ji ber nasnameya kurdbûnê rastî şîdetê hat. Min di temenê biçûk de ev ferq kir. Ez di nava xebatên baskên jinan a HADEP’ê bûm. Xebatên jinan bala min dikişand. Di nav de Ayşe Gokkan jî heyî jin dihatin mala me. Min sohbeta wan guhdar dikir. Sekna Ayşe Gokkan gelek bandor li min kir. Ez di DOKH, KJA û TJA’yê de aktîf xebitîm. Bavê min endamê meclîsa HADEP’ê bû. Min berteka ewil ji mêrên taxa me girt. Mêran digotin ‘te karê me ji destê me girtiye.’ Vê ez xemgîn dikirim. Lê ev tişt nebû sedem ku ez dev jî têkoşîna xwe berdim."    ‘Ji bilî têkoşînê rêyek din tune’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Komeleya Jinan a Star û Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8’ê Adarê de bernameyê pêk tîne û bang li hemû jinên bajar kir ku tevlî bernameyê bibin û li dijî şîdetê têbikoşin. Her wiha Emîneyê da zanîn ku ji bilî têkoşînê rêyeke din tune.