Nûra ya ku xwendin û nivîsandina wê tune ye Jîneolojî kir rehbera jiyana xwe 2021-02-17 09:06:45     Gulîstan Azak   AMED - Nuraya 75 salî ku xwendin û nivîsandina wê tune, Kovarên Jîneolojiyê qet ji gel xwe nade alî û ji xwe re kir rehbera jiyanê. Nura di mijarên wekê evîn, hezkirin û azadiyê de ji bo jinên ciwan li ser ‘pîvanên qebûlkirin û redê’ pêşniyar kir.   Jîneolojî di rêwêtiya heqîqetê ya jinan de dibe ronahî. Jîneolojî ku wek "zanista hevjiyanê" tê venasîn, di 2016’an de Kovara Jîneolojiyê dest bi weşanê kir. Di 2017’an de li Rojava Navenda Lêkolîna Jîneolojî û Fakulteya Jîneolojiyê, di 2018’an de jî li Belçîkayê Navenda Jîneolojiyê, ligel vê di gelek qadan de ji aliyê hezaran jinî ve hat nîqaşkirin. Jîneolojî ji bo jinan bû rehbera herî mezin a fikr û raman.   Nura Abay ya 75 salî ku Jîneolojî ji xwe re kir rehber, baweriya wê ya bi zanistê jî mirovan heyran dihêle. Nura tevî ku xwendin û nivîsandina wê tune jî, her tim Kovarên Jîneolojiyê li ser xwe digerîne. Nura Jîneolojiyê ji nevî û zarokên xwe guhdar bike. Nura ku jiyana wê bi zor û zehmetî derbas bûye, jiyana xwe beriya Jîneolojî û piştî Jîneolojiyê ji hev cuda dike.   Daxwaza wê ya herî mezin xwendina Jîneolojiyê ye   Nura di 15 salî de tê zewicandin û bi salan jî bi rastî şîdeta mêr re rûbirû dimîne. Nura biryara destberdanê dide û rasthatina xwe ya Jîneolojiyê jî wek rêya heqîqetê dibîne. Yekane daxwaza Nurayê ev e ku Jîneolojiyê xwe bixwe bixwîne û li ser kûr bibe. Nura diyar kir ku bi lêgerîna heqîqetê mirov dikarin xwe bigihînin evînê û ev pêşniyar ji bo jinan kir: “Ger ku evîna rast bihata jiyîn wê rojê sê jin nehatiba qetilkirin. Heta jin azad nebin evîndar jî nabin. Evîna rast ancax bi zanist û fikr dibe. Ji ber vê jî ji bo jin xwe bigihînin evîna rast divê xwe pêş bixînin, Jîneolojiyê bixwînin û bidin xwendin.”   ‘Ez ji bo hemû jinan jîneolojiyê pêşniyar dikim’   Nurayê dawiya axaftina xwe de hezkirina xwe ya bo Jîneolojiyê wiha vegot: “Xwendin û nivîsandina min tune. Ez li gorî xwe nikarim vekim û bixwînim. Ez kovarê dikim çenteyê xwe û dibim malê. Carna zarok û neviyên min, carna cîranên xwe ji min re dixwînin. Ez dema guhdar dikim kêfxweş dibim. Her wiha diyariyê derdora xwe dikim ku bixwînin. Ez jîneolojiyê pêşniyarê hemû jinan dikim.”