'Ez sûdê ji xwedîkirina mêşên hingiv digirim' 2021-01-08 09:01:21   Rojda Seyidxan    QAMIŞLO - Xaliya Elî ya 40 sal in mêşên hingiv xwedî dike diyar kir xwedîkirina mêşên hingiv sebir û baldariyê dixwaze û wiha got:"Ez sûdê ji xwedîkirina mêşên hingiv digirim."   Xaliya Elî ya 70 salî li Gundê Hîmo yê Kantona Qamişloyê dijî ev 40 sal in mêşên hingiv xwedî dike. Xaliya tevî temenê xwe yê mezin xebatên xwe didomîne û niha jî 10 kuwarên mêşan xwedî dike. Derbarê rêbazên xwedîkirina mêşên hingiv de Xaliya ji me re axivî.     'Ji bo xwedîkirina mêşên hingiv baldarî divê'   Xaliyayê li ser rêbazên xwedîkirina mêşên hingiv wiha got: "Ev dora 40 salî ye ku ez mêşên hingiv xwedî dikim û niha jî 10 kuwarên min ên mêşan hene. Ji sibehê de karê min dest pê dike û heta saetên êvarê li mêşên xwe mêze dikim. Mêşên hingiv di nava xweza û kulîlkan de dijîn, ji bo wê pîwîst e qederek şênkahî li derdor hebe. Li derdora kuwarên xwe min kulîlk çandine, da ku mêşêm min nêçîra xwe bikin. Bi qasî ku berhemên mêşên hingiv baş e, ewqas zehmetiyên wê jî hene. Berî 15 salan min di salê de du caran kuwar vedikir û hingiv derdixist, niha nexweşiyên min hene û zehmetir bûye, ji bo wê her salê carekê ez kuwarên xwe vedikim. Xwedîkirina mêşên hingiv baldarî û sebir jê re divê."    'Daxwaza hingivê malê tê kirin'   Xaliyayê nexweşî û sedema nexweşiya mêşên hingiv wiha anî ziman:"Dema ku mêş nexweş dikevin, ev dibe sedema ku berhem jî nedin. Taybet di van salên dawiyê de nexweşiya mêşan pir pêş ketiye. Li gel min jî mêşên hingiv nexweş ketin, bi alîkariya bijîşkan min derman ji wan re girt kir nava avê û da wan heya baş bûn. Bi sedema nexweşiyê îsal sê kuwarên min bê hingiv bûn. Li aliyê din jî dema mêşên hingiv ne di nava xwezayê de nêçîr bikin, helbet wê nexweş bikevin, ger hingiv bide jî wê kêm be û hemû şekir be. Ez bi xwe mêşên xwe bi xwezayê re xwedî dikim û ji berhemên wan jî sûdê werdigirim. Hingivê saxlem li bazaran kêm e, ji bo wê gelek kes daxwaza hingivê malê li min dikin."   'Xwedîkirina mêşan jî pisporî jê re divê'   Xaliyayê behsa dema xwedîkirina mêşên hingiv kir ku di sibat û adarê de geşbûna wê ya herî zêde ye û wiha pê de çû:"Di meha sibat û adarê de mêş li xwe zêde dikin û mêşên nû çêdibin, di van herdu mehan de geşbûna wê ya herî zêde ye. Ji bo mêşên ku nû çêdibin, ez kevçî û sênîkê li hev dixim dengê vê yekê ji wan re balkêş tê, hemû li ser darê kom dibin, wan dixim çewalên taybet û paşê berdidim kuwarê. Bi vî rengî mirov ji xwe re hejmareke mezin ji mêşan qezenc dike. A din jî ez kuwarên mêşên xwe bi destên xwe çêdikim, kuwar ji ax û kayê tê çêkirin, paşê qalibê wê heye ez lêdidim û wisa li ber tavê du rojan zûha dikim. Xwedîkirina mêşan jî pisporî jê re divê."    'Ez sûdê ji xwedîkirina mêşên hingiv digirim'   Xaliyayê di dawiyê de bal kişand li ser mêşingên mêşan ku jê şimayê çêdike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dema ez kuwaran vedikim, di destpêkê de ez agir vedidim, mêş ji ber dûmanê xwe dûr dixin û wisa kuwarê vedikim. Piştî wê mêşingên hingiv ji kuwarê derdixim û kuwara xwe dîsa digirim. Paşê mêşingan ji hingiv zûha dikim û van mêşingan dikelînim û dikim şima. Şima ji mêşengê çêdibe, ji gelek nexweşiyan re pir baş e û dikeve nava xwarinê jî. Bi vî rengî mêş xwedî dibin. Ez sûdê ji xwedîkirina mêşên hingiv digirim."