'Jin bi keda destên xwe jiyanê xweş dikin' 2020-12-12 09:08:00   Firmêsk Elî   ŞENGAL - Jina Êzîdî Wedhê Murad ku tîne bi destên xwe turşiya silkesoran û şeliman (Binerd) çêdike,  got:" Jin avakara malê ye û ya ku jiyanê birêve dibe jin bixwe ye."   Jina Êzidî Wetha Murad a ku ji slkesoran û şeliman turşiyê çêdike, li ser keda jinê û çêkirina wê ji ajansa me re axîvî.   Çêkirina turşiya silkesoran   Wethê dibêje ku dema destpêkê silkesoran û şelima diqeşîrînîn. Herduyan tevî hev dikin û bi çend avan dişon. Piştre jî bi xwê difirîkînîn û ava kelelandî berdidin ser û ser wê digrin, datînîn ser xaniyê xwe. Ji bo çêbûna wê hefteyek dem pêwîste û di nav vê hefteyê de her sibeh şelimê teselî (kontrol) dikin û kefa li ser wê çêbûye bi kevçîkan radikin. Li gor tehma wê heger av kêm be an jî xwê kêm be li ser zêde dikin. Piştî Hefteyêkê ji bo xwarinê amade dibe.   Em hertiştî bi destên xwe çêdikin   Jina êzîdî Wedhê dema şelimê ji bo mala xwe çêdikir, qala çêkirina wê kir û got jiyan bi destê jinê ava dibe û wiha berdewam kir: "Em dayik bi karê malê re mijul dibin û rêveberiya wê dikin û li aliyekî jî em zarokan xwedî dikin. Herwiha em mêvanan jî pêşwazî dikin. Em bi hemû pêwîstiyên jiyanê re eleqeder dibin. Em hemû xwarinan bi destên xwe amade dikin. Em şelim, sêlkisor û zeytûnan jî bi xwe çê diikin. Em tiştên havînê ji bo zivistanê amade dikin. Zivistanê jî dema mêvanekî me tê em bi dilekî rehetî van xwarinên xwe pêşkeşî mêvanên xwe dikin.  Loma em serbilind in û rûsîpî ne, ji ber ku tiştên me timî amade ne.’’    Em ava şelimê jî vedixwin   Wedha Murad diyar kir ku ew hertiştî bi destê xwe çêdikin û tiştên hazir yên dikana bikarnaynîn û li ser çêkirina turşiya şelim û silkesoran wiha axivî ’’ Ev sê roje me şelim û sêlkisorên xwe çêkirine, divê hefteyek bimîne û ez her sibeh vedikim mêze dikim, ger kef li ser hebe ez ji ser radikim û ez tev didim, piştre jî dinixwîmînîm. Piştî hefteyek derbas bû, ez devê wê vedikim û em ava şelimê jî vedixwin. Em hinekî didin cîranê xwe û em deboyek jî ji bo ber destê xwe dadigirin, em dixin telacê û em jê dadigirin, piştre bi kêyfxweşî em li ber xwarina xwe bi kar tînîn."