Warê berxwedanê: Gundê Aynvardê 2020-11-05 09:07:25   Medya Uren   MÊRDÎN - Gundê Aynvardê ku xwecihên wê suryanî û kurd in di pêvajoya Komkujiya Seyfo a suryaniyan de bûye warê berxwedanê. Suryaniyên ku heta dawî li dijî qirkin û koçberiyê li ber xwe dane, herî dawî bi darê zorê hatine koçkberkirin. Lê piştî bi salan hejmara wan kêm jî be careke din li xaka xwe vegeriyane. Malbatên ku vegeriyane gundê xwe dibêjin hîna şonmên qetlîamê li her cihî ne.   Gundê Aynvardê yê girêdayî navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ku xwecihên wê suryanî û kurd in, li ser sê girên bilind hatiye avakirin. Ji durve wekî dîmenekî rengîn tê ber çav.  Lê mixabin piştî ku navçeya Mîdyadê jî di sala 1915’an de dibe yek ji warên Qirkirina Seyfo bi hezaran Suryanî di vê qirkirinê re tên derbaskirin û qetilkriin. Gundê Eynverê jî para xwe ji vê qirkirinê digire. Gelek şêniyên gund ji bo ku xwe ji qirkirinê rizgar bikin xwe li Dêra Morhîşabo ya li gundê Aynvardê ye digirin û hewl didin xwe biparêzin. Ji ber wê Aynvardê ji bo suryaniyên ji Midyadê wateyeke  xwe ya cuda heye.    Têkildarê jiyana suryaniyên li gundê Aynvardê Barbara Akay û Tîdora Hobel Melkê ji me re nirxandin kirin.   ‘Anîvardê bu cihê berxwedanê’   Barbara Akaya jî yek ji niştecihên gund e  û ji malbateke ku di pêvajoya Qirkirina Seyfoyê de li gund mane û li ber xwe dane ye. Lê wan çiqa li ber xwe dabin jî windahiyên wan gelek in. Barbara ji dibêje beriya qirkirinê şêniyên gund zêdeyî 200 hezar kes bûn ango bi qasî 300 malbat li vir dijiyan. Lê niha tenê 5 malbat dijîn û çend ji wan ji beriya niha bi demekê ji ewrupayê vegeriyane. Barbara di serî de qala qirkirina bi serê wan de hat dike û wiha dibêje: “Em di nav hemû gelan de bi awayê wekhev dijiyan. Li gorî mezinên me dibêjin fermana Suryaniyan tê. Kuştina her Suryanî, Ermenî, Asurî û êzidiyan wekî xêr be dihat pênasekirin. Her kesê ku em bikûta jî dihat xelatkirin. Lewra komkojî tendê bi destê dewletê pêk nehat. Cîranên me jî êrîşî me kirin. Bun şîrikê komkijî û vekujiyê. Wê demê hejmareke zêde ya suryaniyan xwe sipartin dêran. Lê êriş birin ser dêran jî. Dêr bûn cihê me yê berxwedanê. Ji kesên xwe spartin Dêra Morhîşabo rizgar bûne. Ji ber wê yekê wateyek cuda ya gund ji bo me heye. Têkoşîna me ya xwe parastinê bi ser neketibe jî Anvardê bû cihê berxwedanê.”   ‘Aynvardê bi xwînê hat avdan’   Barbara wiha berdewam dike: “Piştî qirkirinê ji êriş berdewam dikirin û ji ber van sedeman gelê me koçê welatên Ewrupayê dikir. Lê rexmê wan tundiyan me li vir ber xwe da. Malbata me ji yek ji wan malbatan bû. Me hertiştê bi çavê xwe dît. Li vir tiştê ku em ji bîr nekin bi me dan jiyîn. Pişre diya me mezinên me tim digotin terka xakên xwe nekin. Me ji axa xwe berneda. Li vir me bi dijmin û bi jiyanê re têkoşînek da. Me hewil da ku kilîseyên xwe yên xirabune ji nude biedilînin. Avahiyên xwe yên dîrokî me li gorî çêkera wan ya mîmarî ji nûde ediland. Me rezên xwe ji nûde şîn kirin. Aynvardê ya axa wê bi xwînê hatiye avdan vê carê me cardin xwest li ser xaka wê şînahî vebin bi destên me.”   ‘Weke ku êşandina me xêr be em qetil kirin’   Tîdora Hobel Melke jî bi eslê xwe ji midyatê ye. Malbata wê jî di komkujiya Sefo de derbên giran dixwe û berê xwe didin Aynvardê. Piştî xilas dibin jî berê xwe didin welatê Ewrupayê. Li wir hevjînê xwe ê ku ji gundê Aynvardê ye nas dike, dizewice û berî  bi 6 salan jî vedigerin gundê xwe bi cih dibin. Tîdora jî wiha bahsa paşeroja gund kir: “Pêşiyên me komkujiya Seyfo jiyan. Di ser komkujiyê re gelek dem derbas bû lê kula wê heta roja îro berdewam dike. Bapîr û dapîra min jî di wê zilmê re derbas bûn. Bapîrê min tim bi çavên li girî ji me re behsa komkujiyê dikir. Hevjîna wî bi îşkencê qetil kiribûn. Zikê wê dabûn ber kêran û vala kiribûn. Ya ku bi serê me de anîn ne tenê qetilkirin bû bi hovîtiyeke mezin bi  ser me de hatin. Bi helwesta  ku çiqa me bi êşînin ewqas dibin xwedîxêr bi ser me de hatin. Êdî em dibêjin bila ev qetlîam bê nasikirin û li her cihî hertim were gotin. Ji bo êdî qetlîam neyên jiyîn.”   ‘Hîna li dêrê şopên qetlîamê hene’   Tîdoreyayê jî qala vegera xwe kir û got: "Li vêderê tişta min dît hîna li dêrê şopên qêrîna ji be qetlîamê hene. Ji ber van qetlîman me berê xwe da welatên biyanî. Pitî koçberiyê berî bi 6 salan em dîsa vegeriyan gundê xwe. Lewra nêzî hatina me dubare dîsa qetlîamek hat kirin. Di sala 2014’an de çeteyên DAİŞ’ê li Nînova, Surye, Hesekê, Xabûr, Qamişlo, Tilt Temir û Siça yê cardin êriş birin ser kurd, suryanî û êzidiyan. Hatina me ya gund zor bû. Li vî gundî mayîn bi serê xwe ji me re barek bû. Lê di heman demê de bi wate bû. Em dixwazin weke suryanî, erep û  kurd bi hev re bi awayek aram bijîn.”   ‘Em bi kurdan re di nav aramiyê de dijîn’   Tîdora di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Suryaniyan a niha û wiha got: “Gelên Suryanî di aliyê  hunerê de xwedî dîrokek kevnar in. Avahîsazî, nexşên li kevir û li dîwaran karên me bûn. Bi kevirên ku me di nicirandin û dinexşandin xemla avahiyan bûn. Zîvkarî karê me bû. Herwiha gelek tiştên bi vî rengî wekî çandekê bi destên suryaniyan dihatin çêkirin. Lê piştî êrîşêan her çend ku ev kar û xebatên me kê bûn jî em niha hewil didin dîsa vê çanda xwe bidin berdewamkirin û em avahiyên xwe ji nûde çêdikin. Xwezî derfetên me yên em zêdetir vê çandê pêşve bibin hebûna. Lê ji bo vê jî atolye û proje pêwistin. Hejmara me ya li vir kêm bûye lê em disa hewl didin çanda xwe berdewam bikin û debara xwe bikin. Li vir rezên me jî hene û em ji tiriyê ji van rezan kom dikin şerabê çêdikin. Ev tiştên ku em çêdikin bi nav û dengin. Em bi kurdan re dijîn û tu pirsgirêkam e bi hev re tune ye.”