Keda 3 demsalan a li Baxçeyên Hewselê 2020-11-05 09:01:09   AMED - Baxçeyên Hewselê bi taybetmendiya xwe navdar in û her wiha gelek malbat jî debara xwe li wir dikin. Ji destpêka biharê heta dawiya payizê li wir kar dikin û kedê didin. Hilbêrîna ku li wir tê kirin hem têra havînê û hem jî têra zivistanê dike.    Hewsel ji serencama dîrokê de heya îro bi baxçeyên xwe navdar e. Gelak malbat li vir bi baxçeyên xwe re mijûl dibin û li vir xeynî zivistanê hemû demsalan kedek mezin tê dayîn. Bi nêzbûna demsala zivistanê re êdî hewa sar dibe û xebatên ku li baxçeyan tên kirin diqedin. Ev baxçeyên ku her tim alîkariya debara malbatan dike her tim bi bereket e. Tu carî hêviya kesan têk nabe. Malbat di destpêka biharê heta dawiya payizê li vir kar dikin. Hilberîna ku li vir tê kirin hem têra havîn û hem jî têra zivistanê dike.    'Amedekariya zivistanê jî qediyan'   Ozlem Bozkurt ku bi malbata xwe re karê amadekariya zivistanê dike wiha axivî: “Em îro ji bo çêkirina bastiq û meşlûrê li vir in. Her wiha em her roj tên baxçe karê xwe dikin. Êdî havîn jî qediya û em nêzî zivistanê bûn. Amadekariyên ku em ji bo zivistanê dikin, bêtir karê me sivik dike. Em bi keda destê xwe hilberînê dikin. Bi taybetî em baxçeyê xwe re mijûl dibin. Ji xeynî Hewselê em naçin cihek din çandiniyê nakin. Li vir ji me re bûye kevneşopiyek."   ‘Em ji xwezayê dûr dikevin'    Ozlem anî ziman ku jin û xweza girêdayê hevdû ne û jin dikare reng û hebûna xwe li Hewselê de bibine û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema ku em dibêjin hewsel jixwe jinên jêhat û karker tê bîra me. Li vir bêhna me bi xweza û daran ve derdikeve. Êdî piraniya mirovan li bajêran de ji xwezayê dûr ketin e û hay ji pîrozahiya xwezayê nîn in. Hilberîna ku em li vir dikin dibe debera malbatan. Em di destpêka biharê de dest bi çandiniya firîngî, balîcan, kundir, tûfringiyan dikin û payîzê jî ji wan sebzeyan amadekariya zivistanê dikin."