Li gundê Pîremîrê çêkirina xaniyên kerpîç didomin 2020-11-01 09:04:46   Medya Uren    MÊRDÎN - Li gundê Pîremîra girêdayî navçeya Qoserê çanda çêkirina xaniyên kerpîç berdewam dike. Bi kedekî kolektîf xanî tên çêkirin. Jinên gundê Pîremîrê di demsala payîzê de dest bi sewaxkirina xwaniyên xwe yên kerpîç dikin.    Xaniyên ku ji kerpîçan tên çêkirin li hemberî germ û sermayê gelek bi feyde ne. Ango havînê hênikin û zivistanê ji germ in. Ji ber vê ji welatiyên ku li deşt û çolan dijîn ji ber van teybetmendiyan, çanda çêkirina xaniyên kerpîç didin berdewamkirin. Gundê Piremîrê ya girêdayî navçeya Qoserê yek ji wan ne ku hêj di xaniyên kerpîç de jiyana xwe didomînin.    ‘Beriya 40 salan  min bi destê xwe çêkir’   Xaniyê Hemdiye Bozan bi kerpîç e û bi destê xwe çêkiriye. Zarokên Hemdiyeyê jî ber destê wê dixebitin. Ev kar di demsala payîzê de tê kirin. Hemdiye, da zanîn ku 40 sal beriya niha bi destê xwe van xaniyên kerpîç çêkirine û got: "Hîna zarokên min biçûk bûn min van xaniyên xwe çêkirin. Lê îro jî zarokên min mezin bûne û em bi hev re çêdikin. Ji ber ku xaniyên bi kerpîçin ji ba û baranê zirarê dibînin. Divê bên rastkirin û ev tişt jî di demsala payîzê de tê çêkirin."   ‘Xweşî û nexweşiyên xaniyên kerpîç hene'    Hemdiye, di axaftina xwe de bal kişand ser xebata kollektîf û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê dema xanî dihatin çêkirin bi hev re bi kollektîfî dihat çêkirin. Gundî li hev kom dibûn û bi hev re dest bi çêkirina xaniyan dikirin. Her kes alîkariya hev dikir. Lê niha hinek rewş guheriye û xelk êdî ji alikariyê direve. Berê me bi kêyfxweşî karê xwe dikir lê niha hemû kar li me zor tê. Taybetmendiya xaniyên kerpîç gelek in. Havînê hênik û zivistanê ji germ in. Lê aliyên nexweş yên xaniyên bi kerpîç jî hene. Wekê mişk û mar li dor xanî kom dibin."   ‘Karê ku em dikin zehmet e'    Ayşe Bozan ji di axaftina xwe de wiha qala xebatên xwe kir: “Em di malê de li zarokan dinêrin û karê malê dikin. Li aliyekî ji karên wisa dikin. Em jin hemû arîkariya hev dikin. Axê kom dikin û bi kayê re li hev dixin. Em ban û dora xaniyê bi vê sewax dikin. Karê ku em dikin zehmet e."