Qeyûmê Cizîrê welatiyên li TOKÎ'yan bê av û ceyran dihêle 2020-10-26 09:03:10   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li taxa Konakê ya navçeya Cizîrê, welatiyên ku li TOKÎ'yan dimînin ev du salin ji ber pirsgirêka wan a av û ceyranê nehatiye çareserkirin bi gilî û gazinc in. Welatiyên li TOKÎ'yan dimînin, destnîşan kirin ku şaredarî peywira xwe bi cih nayne û gotin: "Em ji şaredariyê ne razî ne. Me gelek caran pirsgirêkên xwe ji şaredariyê re vegotin, lê belê heta niha tu tişt nekirine. Peywira şaredariyê çi ye gelo?"    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015-2016'an de di dema qedexeya derketina derve de xaniyên gelek welatiyan hatibûn hilweşandin û kesên xaniyên wan hatin hilweşandin beramberê 70 heza TL li TOKÎ'yan hatin bicihkirin. TOKÎ'yên ku di sala 2018'an de li kolana Rêya Botaşê ya taxa Konakê hatine çêkirin û welatiyên tê de bi cih bûne ji TOKÎ'yan gelek bi gazincin. Welatiyan  anîn ziman ku xaniyên wan baş nehatine çêkirin, di  daîreyên wan de derz çêbûne û pirsgirêkên av û ceyranê dijîn.     Welatiyên ku li van xaniyan dimînin ji bo pirsgirêka wan bên çareserkirin serlêdan li cihên têkildar kirin, lê ev serlêdanên wan bê bersîv mane. Welatiyên li TOKÎ'yan dimînin nerazîbûn nîşanî qeyûmê şaredariyê dan.    ‘Peywira şaredariyê çi  ye?'   Fatma Alçin (38) a ku li TOKÎ'yan dimîne pirsgirêkên xwe û nerazîbûna xwe ya ji qeyûmê Cizîrê wiha anî ziman: "Av û ceyrana me tune ye. Tenûrên me hemû hilweşandin. Ji me re gotin 'emê tenûrên nû çêbikin', lê çênekirin. Dema hatin tenûrên me hilweşandin em li pêşiya wan sekinînin. Lê belê me tehdît kirin û ji me re gotin 'ger hûn ranebin em ê gaza îsotê bavêjin ser we. Tenûrên me hilweşandin û yên nû jî çênekirin. Me jî bi derfetên xwe carekedin tenûr ji xwe re çêkir. Li vir her wiha pirsgirêka maşîneyan heye. Mînîbûsên şaredariyê gelek kêm tên û diçin. Em bi saetan li benda mînîbûsan disekinin. Mînîbûsên nexweşxaneyê ji vir derbas nabin. Ji ber vê yekê jî dema em diçin nexweşxaneyê em du mînîbûsan digûherînin. Ev rewş ji aliyê aboriyê ve jî gelek bandorê li me dike. Her wiha dîsa gelaşa li derdorê nayê komkirin û hemû dever di nav qirêjiyê de ye. Derdora me hemû tijî gelaş e. Em ji şaredariyê ne razî ne. Çima nayê pirsgirêkên me çareser nake. Me gelek caran ev  pirsgirêkên xwe ji şaredariyê re gotin lê belê tu tişt nekirin. Peywira şaredariyê çi  ye? Şaredarî pirsgirêkên me çareser nake. Peywira şaredariyê ew e ku pirsgirêka gel çareser bike."   ‘Wekî ku em ne di xaniyên xwe de di xaniyên kirê de ne'   Ayşe Ekîncî (37) ya ku du salin li TOKÎ'yan dimîne jî diyar kir ku mehaneya ji bo avahiyê digirin gelek zêdeye û bi lêv kir ku gelaşa xwe ew bi xwe kom dikin û davêjin. Ayşe, destnîşan kir ku tenûrên wan ji aliyê polîsan ve  hatine hilweşandin û wiha domand: "Polîs hatin tenûrên me hilweşandin. Li vir firin jî tune ye. Em çawa ji bo xwe nan bistînin? Ji ber firin nîne em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Firineke li vir heye nahêlin wê jî vekin. Dibêjin tenûrê daneynin li vir, lê pereyê  ku em pê nan bistînin jî tune ye. Me li vir tenûrek veşarî çêkir, lê ji bo wê jî em tehdît kirin û hilweşandin. Pirsgirêka me ya herî mezin jî bîra avê ya ser wê vekirî ye. Ger zarokên me bikevin navê û bixeniqin dê hesabê vê çawa bidin? Ev ji hemû tiştan girîngtir e. Mînîbûsên nav bajêr gelek kêm tên û em nikarin biçin nexweşxaneyê. Heqê rê gelek zêde ye. Li Silopiyê 1,5 TL ye, li vir jî 2,5 TL ye. Ji bo ku em li van xaniyan bi cih bin em bi 70 hezar tele deyndar kirin. Bi ser de jî aîdatê em didin. Wekî ku em ne di xaniyên xwe de di xaniyên kirê de ne. Xanî ne sazlemin û wekî ku bi malzemeyên sexte hatine çêkirinê ne. Em destên xwe davêjin ku derê boyaxa li wir hildiweşe. Milên derî û paceyan şikestî ne ji cihên xwe dertên."         ‘Bi tenê ji bo fêdeya xwe çêkirine'   Hatîce Şen anî ziman ku dema nû di TOKÎ'yan de bi cih bûye av qet nediherikî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgirêka me ya avê ev du salin berdewam dike û hîn nehatiye çareserkirin. Ev xanî wek emanet hatine çêkirin. Bi tenê ji bo fêde û pere çêkirine. Pirsgirêkên van xaniyan gelek zêde ne. Ji bin dezgehê mutbexê av diherike. Di hîn avahiyan de derz çêbûne. Tu agahiyê nedin me û tim av û ceyrana ji ser me tên birîn. Bi rojan av û ceyranê nadin. Em dixwazin pirsgirêka me ya av û ceyranê bê çareserkirin. Bila fatûrayên avê jî kêm bikin. Gelek buha kirine."