Koçer di nava zehmetiyan de hilbêrînê dikin 2020-10-20 09:06:43   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Koçer bi dawîbûna payîzê re berê xwe dan malên xwe. Havînê amadekariya zivistanê dikin û zivistanê jî amadekariya çûyîna xwe ya zozanan dikin. Ji bo koçeran jiyan bi vî şêweyî didome. Koçerên bi navê Rihan û Zeynep bi salanê li zozanan bêrîvantiyê dikin û gotin: "Ligel jiyana zehmet a li zozanan, jiyana di nava xwezayê de her tim xweş e. Em di nava zehmetiyê de hilbêrînê dikin."    Di dawiya payîzê de êdî koçer berê xwe didin cih û warê xwe. Çîroka koçeriyê nêzî dawiya biharê dest pê dike. Amadekariyên koçeriyê li zozanan bi danîna konan dest pê dike. Jiyana koçeran her tim bi hilbêrînê derbas dibe. Li havînê ji bo zivistanê amadekariyê dikin û zivistanê jî ji bo çûyina xwe ya zozanan amadekariyê dikin. Ev xebat û hilberîn hemû bi keda jinê pêk tê. Rihan Denker û Zeynep Ekîncî her sal diçin zozanan û her du jin ji ajansa me re behsa kar û barê xwe kirin.     Rihan Denker (65), ji zozanên Girê Hesen a navçeya Şaxa Wanê hatiye. Rihan, destnîşan kir ku ew di meha nîsanê de berê xwe didin zozanan û wiha behsa çûyîna xwe ya zozanan kir: “Em pêşiya pêze xwe diçin zozanan, li vir amadekariyan dikin û konên datînin. Her wiha anîna me ya pêz li zozanan mehek berdewam dike. Bêrivantiya me li zozanan dest pê dike. Em serê sibêhê zû şiyardibin û diçin nav pezê xwe û dest bi dotina pezê xwe dikin. Em şîrê xwe tînin dikin mast û penîr. Em rojê du caran pezê xwe didoşin û piştre jî şivan pez dibin diçêrînin."   Dest bi amadekariya zivistanê dikin   Rihanê, diyar kir ku niha amedekariya zivistanê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema dibe payizek dereng em berê xwe didin Hezexê. Dema em ji zozanan tên malên xwe em dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Em jin kom dibin û tên konên ku zirar dîtine didirûn û tevnên xwe datînin. Her wiha em zivistanê jî amadekariya sala bê jî dikin. Dema me her tim bi xebatê re derbas dibe. Her wiha em her tiştê xwe bi xwe çêdikin. Wekî tûrîk, kulav, werîs, gore û hwd. em çêdikin. Çêkirina wan zehmet e lê di jiyanê de tiştên ku zehmet nebe nîne. Kesên koçer teqes van tiştan çêdikin."   ‘Jiyana me tim di nav xwezayê de derbas dibe’   Zeynep Ekîncî (35) ji zozanên Feraşînê hatiye û zarokatiya wê her tim li koçeriyê derbas bûye. Zeynep, wiha behsa koçeriyê kir: "Jiyana koçeriyê gelek zehmet e. Lê belê zozan û çiya gelek xweş in. Em her tim bi xwezayê re dijîn. Li vir mirov hînê gelek tiştan dibe. Ya rastî li deştê jiyan nexweş e. Ji berê ve dayik û pîrên me koçeriyê kirine û em jî vê wek mîrateyek dibînin. Ji ber wê jî em îro çanda koçeriyê didomînin. Em çiyayên xwe hezdikin. Li zozanan dema berfa çiyê dihele dîmenên ku derdikeve holê mirovan sermest dike. Zarokên me tim di nav wê xwezayê de dijîn û mezin dibin. Jiyana koçerî her çi qasî zehmet be jî ew qas jî xweş e. Her wiha em xwe ji hemû nexweşiyan diparêzin. Em zêde naçin nexweşxaneyan. Em dermanên xwe bi tiştên xwezayî çêdikin. Jiyana koçeriyê dê her tim zindî bimîne."