Li Gundikê Melî jinan dest bi komkirina kizwanan kir 2020-10-19 09:06:31   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê jinan dest bi komkirina kizwanan kirin û gotin: "Gelek feydeyên kizwanê hene û em jê sûdê digirin. Qadekî mezin ên daristanê îsal ji ber şewatê têk çûn. Ligel her cûreyên darên din darê kizwanê jî para xwe ji şewatê girt. Ev tişt bi her awayî bandorê li xweza, li me û debara me kir."    Li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê jinan dest bi paletiya komkirina kizwanan kir. Pêvajoya komkirina kizwanan serê sibehê dest pê dike û çend rojan didome. Piştî ku tên komkirin tê şûştin û li ber tavê tên hişkirin. Kizwan ji gelek tiştan re bi feyde ye. Darên kizwanê bi biharê re şîn dibin û bi payîzê re jî kizwan çêdibin. Qehwe, sabûn, hine û benîşt jê tê çêkirin. Her wiha kizwan di tipa xwezayî de jî tê bikaranîn. Kizwan ji nexweşiyên dil, mîgren, êşa qirikê, kûxik û di enfeksiyona laşê de bi feyde ye. Sabûna kizwanê feydeyê dide porê û hinê jî hem ji rengê porê û hem jî ji bo tenduristiya porê tê bikaranîn. Di nava kizwanê de hesin, potasyum, kalsiyum û wîtamînên wekî A, B,C û E hene. Medîne Yildiz a 54 salî û keça wê Rabîa Yildiz a 24 salî li bajaroka Gundikê Melî dijîn û niha bi komkirina kizwanan re mijûl dibin. Medîne û Rabîa ji ajansa me re behsa pêvajoya komkirina kizwanan kirin.   Medîne di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hezkirina xwe ya xwezayê û got: "Ez ji çiya, kevir, şînahî û xwezaya xwe gelek hez dikim. Dema ez têm li vir bêhna xwe dikarim bistînim. Dema li malê dimînim bêhna ditengije. Bi tena serê xwe hemû deverên vê derê digerim. Ji ber ku ez li vir dimînim gelek kêfa min tê û ez dizanim ku ez dijîm. Ez kizwanên ku kom dikim li zarok û neviyên xwe re parve dikim.”   ‘Rûnê kizwanê bi şîfa ye'    Medîne ya ku ligel temenê xwe diçe ser darê û kizwanan kom dike û wiha behsa xwe ya komkirinê kir: “Kizwanên ku ez kom dikim di serî de di avê de dihêlim. Piştre li ber tavê zûha dikim. Piştî kizwan zûha dibin wekê qehweyê dihêrim. Her wiha ne tenê di qehweyê de her wiha di gelek tiştan de kizwan tê bikaranîn. Em hine jî çêdikin. Em libên kizwanan dipelixînin û rûnê jê derdixin. Ên ku tên pelixandin wekê hinê jî bikartînin. Rûnê wê ji şîfa ye. Em bi kizwanê sabûn jî çêdikin. Her wiha kizwanên ku em kom dikin dibin difroşin jî. Îsal kiloya kizwanan 20 TL ye. Em beramberî keda xwe nagirin. Lê belê em karê hez dikin. Kizwan nebatekî gelek başe. Ji nexweşiya dil, serma girtinê û gelek nexweşiyê dinê re başe. Em ji kizwanê benîşt jî çêdikin. Sûdê wê jî gelek zêde hene.”   ‘Kizwan bi taybetî ji porê baş e’   Rabîa Yildiz jî destnîşan kir ku di jiyana gund de jin kedek mezin didin û wiha axivî: "Darên me yên kizwan, fistiq, hinar, hêjîr û gelek darên din hene. Li vir jin bêtir sewalkarî û çandiniyê dikin û pê debara xwe dikin. Em serê sibêhê diçin kizwanan komdikin, li ser pişta hespê bardikin û tînin gund. Piştî ku em kizwanên xwe tînin malê dixin nava avê. Qasekî di nava avê de dimîne û piştre li ber tavê zûha dkin. Herî dawiyê jî piştî çêdibe difroşin. Kizwan bi taybetî ji porê re gelek başe. Nêzî mehekî em kizwanan kom dikin."    Rabîa, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şewatên daristanên Cûdî û Gabarê û got: “Şewatên daristanan ên ku îsal pêk hatî gelek texrîbatên giran da xwezayê. Bi hezaran dar şewitin."