Jiyanek bi şer û koçberiyê derbas dibe: Şansek heba ez ê vegeriyam 2020-10-18 09:04:43   AMED - Emel El Hesen a ku piştî şerê li Sûriyeyê mecbûr ma koç bike ev 10 sal in bi zarokên xwe re li ser rêya koçberiyê ye. Hêvî û daxwaza Emelê ew e ku vegere ser axa xwe.    Şerê navxweyî yê di 2011'an de li Sûriyeyê rû da bû sedem bi hezaran kes ji axa xwe bibin û jiyana xwe ji dest bidin. Piştre DAÎŞ'ê xwest vê qeyranê veguherîne fersendekê û ket herêmê û bi hezaran mirov qetil kir. 9 sal e ev şer didome û gelek kes mecbûr man ku li welatên cuda bimînin.    3 milyon 621 welatiyên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dimînin   Li gor daneyên Komeleya Koçberan 3 milyon 621 welatiyên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dimînin. Bi hezaran mirovên ji Sûriyeyê koç bûn li Amed, Mêrdîn, Êlih, Rihayê û li herêmên cuda bi cih bûn. Li Amedê jî Sûriyeyî bêtir li Rezan, Sûrê dijîn. Ji van mirovan yek jê Emel El Hesen (58) a Heseka Rojava ye.    Emelê li Kuçeya Camikebir a Navçeya Sûrê bi du zarokên xwe re dijî. Emelê dixwaze vegere welatê xwe. Keçeke wê li Rojava ye lê du zoarkên wê jî ji şer reviyane û koçî Ewropayê kirine. Emela ku niha bi zarokên xwe re dijî anî ziman ku ew hem bêriya axa xwe hem jî bêriya welatê xwe dike.    'Em mecbûr bûn koç bikin'   Emelê da zanîn ku ji ber şer ew mecbûr mane koç bikin û wiha got:"Dema di navbera rejîm û muxalîfê şer derket em mecbûr man koç bikin. Piştî 6 salan piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da em hatin li Amedê bi cih  bûn. Koçberî zor e lê tiştekî ku em bikin tune ye."   ‘Şansek heba ez ê vegeriyam’   Emelê wiha bi dawî kir:" Li vir em bi kurdan dijîn. Ev dibe sedem ku wekî em li mala xwe bin. Zarokên min ji min dûr in. Min dixwest ez li gel hemûyan bim. Ez dixwazim ev agira vemire û herkes vegere ser axa xwe. Li vir cîranê me jî gelekî baş in em wekî xwişkên hev in. Carinan hinek  bi çavekî din li me dinêrin lê em guh nadên. Vir jî axa me ye. Lê belê mirov cihê ku lê maye bêtir doza wê dike. Şansek heba ez ê vegeriyam."