‘Hemû kar û bar li ser milên jina ye’ 2020-10-17 09:02:54   ŞIRNEX -Zeynep Alkiş a li bajarokê Gundikê Melê ye û kevneşopiya gund didomîne anî ziman ku hemû kar û barên gund li ser milên jina ye  û got: “Li gund jiyaneke xewzayî heye. Em debara xwe bi tenê bi sewalkariyê dikin û hemû pêdiviyên xwe bi destên xwe çêdikin.”   Dema mirov behsa gund dike di  serî de keda jinê û xwezaya wê tê bîra mirov. Ji ber ku ji karê malê bigre heta karê sewaltiyê jin dikin û barekî giran li ser milên jina ye. Ji aliyekî dinê ve jî dema mirov dibêje gund; xweza, daristan, çiya, dar û sewal tên bîra mirov. Ji ber vê yekê jî jiyana gund ji jiyana bajêr cudatir e. Ji ber ku li gund jiyanek xwezayî heye.  Zeynep Alkiş(55) a ku li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê ye, bi ked û karê ku dike, jiyana gunda ya xwezayî berdewam dike.     Niha dema kizwana ye'   Zeynep ji me re behsa jiyana gund, karê sewalkarî, bax û baxceyan kir. Zeynep a ku heta roja îro kevneşopiya jiyana gund daye domandin wiha dibêje: “Ez serê sibehê saet li dora 4-5’an radibim. Li sewalên xwe dinêrim. Serê sibehê sewalên xwe dibim diçêrînim. Piştre têm çêlekên xwe didoşim. Ez di nava rojê de du caran hem çêlek û hem jî pezê xwe didoşim. Şîrê ku tînim malê dikim penîr û  mast. Her wiha ji xeynî karê sewalkariyê bax û baxceyên me jî hene. Piştre diçim ji baxce zebze û fêkî kom dikim. Niha dema kizwana ye û ez diçim kizwanan kom dikim.”   ‘Jiyana gund gelek xweş e’   Zeynepê, destnîşan kir ku jiyan û debara xwe debara xwe herî zêde bi sewalkariyê dikin û wiha domand: “Em li gund herî zêde karê sewalkariyê dikin. Ji bo ku em debara xwe bikin ez berhemên ku ji şîr çêdikim difroşim. Keça min jî carna alîkariya min dike. Niha dema givîja ye û ez diçim givîjan kom dikim. Em li gund bi tenê xureka xwezayî çêdikin. Her wiha xureka xwezayî ji bo tendûristiyê gelek baş e. Em dema nexweş dikevin derman bi kar naynin. Ber ku em ji giyanan ji bo xwe dermanên xwezayî çêdikin. Dermanên xwezayî yên ku em çêdikin ji gelek nexweşiyan re baş tên. Ji ber wê jî jiyana gund gelek xweş e. Her çiqas jiyana gund zehmet be ew qas jî xweş e. Ji ber ku li gund jiyaneke xwezayî û kêfxweşî heye.”   ‘Hemû kar û bar çi li gund çi li bajêr li ser milên jina ne’   Zeynepê, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi hatina payizê re dest bi amadekariyan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku zivistan nêz dibe em ji payizê de dest bi amadekariyan dikin. Ji bo zivistanê min gelek cureyê xurekê amde kirine. Dema dibe zivistan ez sewalên xwe di axur de xwedî dikim. Li gor havînê zivistanê kar kêm e. Xureka ku em havînê amade dikin em zivistanê dixwin. Herwiha em ji bo sewalên xwe jî amadekariyê dikin û êm amade dikin. Hevjînê min nexweş e û di malê de herî zêde ez dixebitim. Ji ber wê jî hemû kar û barê malê li ser milên min e. Ji xeynî karê sewalkariyê karê malê jî dikim. Hemû kar û bar li ser milên jina ye û herî zêde jin dixebitin.”