Delîl tune ye lê şahidê nepen heye: Bi ser mala wê de digirin 2020-10-13 09:13:49   Şehriban Aslan   AMED - Fatma Akalan a ku 4 sal e li ser îxbara şahidê nepem bi ser mala wê de tê girtin, got ku ji ber îşkenceya dikin zara guhê zarokekî wê teqiya ye û hestiyên laşê wî şikiya ne. Fatma anî ziman ku êdî ew nema kare li hember vê tundiyê xwe rabigire û nema dikarin li mala xwe rehet razên.   Li herêmê operasyonên qirkirina siyasî roj bi roj zêde dibin û bi ser malan de tê girtin, gelek kes tên binçavkirin û girtin. Yek ji van malên ku bi ser wan de tê gitin jî mala Fatma Akalan a li navçeya Yenîşehira Amedê ye ku 4 sal e polîs bi ser de digirin. Du zarokên fatmayê dikin hincet û zerarê didin malê. Di serdegirtinên ku bi hinceta îxbara "Şahidê nepen tên kirin" heta roja îro jî tu delîlekî ku nîşan bidin tune ye.    Fatma anî ziman ku di her serdegitina tê kirin de zarokên wê tên îşkencekirin û got ku ji mecbûrî 3 caran mala xwe bar kiriye. Fatma ragihand ku bêyî tu delîlan nîşan bidin li ser îdayên şahidên nepen bi ser mala wê de digirin.   'Derî kufilandin û îşkence kirin'   Fatma got ku her meh ji aliyê tîmên taybet ve bi ser mala wê de tê gitin û got, "Cara ewil ku hatin berderî gotin 'dayê em heval in derî veke' lê min got ez we fam nakim. Cara duyem jî gotin ew ji bo qaçaxa gaza xwezayî hatine û gotin 'derî veke'. Min jî got derî neşikînin ez ê vekim.  Çawa min derî vekirin çek danîn ser serê min û em li erdê dirêj kirin. Zarokên min ên ku yek 14 û yek jî 15 salî ye birin odeyekê û nêzî 50 polîs ketin odê û îşkence li wan kirin. Hem deriyê odeya ez lê û hem jî yê odeya ew lê bûn qufilandin. Her ku dengê zarokên min dihat ez diqîriyam. Keça min a biçûk di hebêza min de bû. Polîs ji min re got, ' Ez dikarim niha we li vêderê bikujim çekê jî biavêjim ser we. Wê tu kes jî dengê we nebihîze'. Piştî ku îşkenceya kirin qedandin gazî polîsên sivîl kirin."   'Ji ber îşkenceyê zara guhê lawê min teqiya'   Fatma got ku piştî îşkenceyê hatine binçavkirin û girtin û ev tişt got, "Ji ber ku îşkence kiribûn 9 mehan ji bo ku tu kes şopa îşkenceyê nebîne di girtîgehê de girtin.  Ya doktor rapor nedida yan jî polîsan rapora dihat dayîn diçirandin. Zarokên min piştî 9 mehan hatin berdan lê disa jî dest ji zarokên min bernedan. Her daîm bi hincta şahidê nepen heye bi ser mala min de digirin. Her carê bi hincetên pûç bi ser mala me de digirin ji ber îşkenceya kirin zara guhê lawê min teqiya û hestiyên wî şikandin. Lê gel ku tê ispatkirin lawê min ne li cihê bûyer lê bûye jî her carê heman tiştî li me dikin.."   'Bi pêlavên xwe pê li her derê dikin'   Fatma got ku polîsan carekê jî bi çekê li kolanê bera ser pişta lawê wê dane û wiha berdewam kir, "Jinekê li kolanê rewş temaşe kiriye û xwe daye ber lawê min ku wî nekujin. Cara dawî ku bi ser malê de girtin jî ez ku keça xwe ya biçûk tenê li malê bûn.  Serê şefeqê dîsa derî şikandin û ketin malê. Destûr nedan ku kincên xwe li xwe bikim. Tu li avrêjê bî li serşoyê bî derî vedikin û dikevin hundir. Bi pêlavên xwe pê li her derê malê dikin."   'Ger ku tiştek bê serê zarokên min berpirsiyar dewlet e'   Fatma diyar kir ku ew bi nexweşiya sîrozê û gelek nexweşiyên wê yên din hene û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Zaroka min a biçûk nikare ne dersê bixebite û ne jî razê.  Dema wesayita polîsan dibîne nava wê diêşe .Ez û zarokên xwe dema dengê wesayita polîsan tê me em dibêjin wê bên bi ser malê de bigirin. Ger ku dewlet dibêje ez xwedî edalet im divê şahidê nepen derxîne holê. Ev 4 sal e ku bê hincet bi ser mala me de digirin. Tên zarokên min binçav dikin digirin bi ser malê de digirin. Tişta ku dibêjin hemû derewe. Ger ku tiştek bê serê zarokên min berpirs dewlet bi xwe ye."   'Êdî bes e'   Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ji ber serdegitinan û ji ber ku cîran aciz dibin min sê caran mala xwe guhert .Dixwazin ku ji vir biçim. Lê ez biçim jî tu tişt nabe. Vê tenê em najîn. Gelek malbatên wekî me hene lê tu kes dengê xwe dernaxîne.  Hata lawikekî ku em nas dikin polîsan ji ber bi ser mala wan de girtiye qeyrana dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye .Êdî bes e."