Pîşeya xwe fêrî jinên taxê jî kir 2020-09-30 09:06:21     Şehrîban Abî   WAN - Zahîde Basî ya li Erdîşê dijî 12 sale lihêf û doşekan didirû û ev pîşeya xwe fêrî jinên li taxê jî kir. Zahîde ku bi hezkirin karê xwe dike balkişand ser girîngiya aboriyê ya jinan.   Li welat krîza aborî her diçe giran dibe û hejmara betalan jî zêde dibe. Welatî ji ber zemên ku li ser hev tê kirin, zehmetiyan dikşînin. Li taxa Sulû ya Erdîşê ya Wanê, jina bi navê Zahîde Başî di nav van şertên zor û zehmet de, ji bo debara xwe ev 12 sale lihêfên hirî didirû.   ‘Karekî zehmete, tevî vê beramberê wê nagirim’   Zahîde ku 6 sal hevjînê xwe di qezaya trafîkê de winda kir, zarokên wê hemû zewicandîne û bi tena serê xwe dijî. Zahîde wiha dibêje: “Ez bi çêkirina lihêf û doşekan debara xwe dikim. 12 sale vî karî dikim. Heba doşek û lihêfê bi 25-30 TL çêdikim.Çêkirina doşek û lihêfekê 2-3 saetan didome. Karekî zehmet e. Tevî vê jî beramberê keda xwe nagirim.”   ‘Min pîşeya xwe fêrî jinên din jî kir’   Zahîdeyê destnîşan kir ku ji ber her jin li mala xwe lihêf û doşekê çêdikin, bihayê wê jî erzan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min li Stenbolê ev kar bikira wê qezenc zêde bûna. Berê min bi 60-70 TL çêdikir. Niha erzan çêdikim. Li taxê yekem kesa ev kar kiriye ez im. Min fêrî jinên taxê jî kir.   ‘Bila jin li destên kesên din nenêre’   Zahîdeyê wiha dawî lê anî: “Ji ber krîzê du salên dawî ye ez westiyam. Tevî her tiştî ez debara xwe dikim. Ez dixwazim pereyê xwe qezenc bikim. Bila jin li destên kesên din nenêre. Ez fatureyên xwe didim û hewcedariyên xwe dikarim bigirim.”