Guh neda gotinan û xelata rahişmendiyê girt 2020-09-23 09:05:32   AMED - Sînem Acay ku tevî hemû astengiyan dest ji karê xwe berneda 5 sale şêranîfiroşiyê dike. Di sêyemîn sala şêranîfiroşiyê de xelata rahişmendiyê girt û karê xwe bi hezkirin dike.   Jinên ku li her qada jiyanê têkoşînê didin li her derê rastî newekheviyê tên. Jin li dijî karên ku di qalibên zayendperest de tên tengkirin de jî îstîhdama xwe ava dikin. Pêvajoya dawî de pêkane ku mirov jinan di karên wek tamîrata erebe, ajokarî û benzînxanayen de bibînin. Jin tevlî komên pîşeyî yên cuda dibin.   Jina bi navê Sînem Acay a li Sûrê ya Amedê dijî, jî yek ji van jinên ku li dijî vê ferasetê têdikoşine. Sînem ku li kolanê şêranîfiroşiyê dike, gelek caran rastî gotina ‘karê mêran e’ tê. Lê Sînem karê xwe didomîne û du sal berê li dijî vê xeleta rahişmendiyê digire.   5 sale şêranîfiroşiyê dike   Sînema ku 5 sale şêraniyê çêdike û difroşe, diyar kir ku zehmetiyê bikşîne jî gelek ji karê xwe hez dike û got beriya vî karî pastaxane vekiriye û li wir xebitiye û piştre biryar daye ku şêraniyê çêbike. Sînemê da zanîn ku hevjînê wê ev kar dikir û got: “Ez diçûm alîkariya wî. Piştre min kar dewir girt. Niha li dikanê ez heme. Di bin serdestiya mêr de xebat ne li gorî min bû. Min nexwest ez bi rêveberkirina wî bixebitim. Min xwest ez hêza xwe nîşan bidim.”   ‘Divê jin li her derê hebin’   Sînemê her wiha destnîşan kir ku esnafên mêr wê gelek ne rehet dikin û wiha berdewam kir: “Mêr dibêjin ‘tu tevlî karê mêran dibin’. Jinan biçûk dibînin. Hinek esnafên mêr dibêjin biçin li mala xwe rûnin. Min tu car guh neda wan. Divê fêr bibin ku jinan wê li her derê bibînin. Bêguman van ez dam zorê. Di alî derûnî de zehmetiyan dikşînim lê min nekir derd. Ya min dide zorê ev e. Karê malê û dukanê ye. Lê di nav demê de min ew jî çareser kir.”   ‘Divê her jin li ser piyên xwe bisekinin’   Sînemê bi lêv kir ku ji çêkirina şêraniyê heta serwîskirinê her tiştî bi tena serê xwe dike û wiha dawî lê anî: “Gelê Amedê ji şêraniya xelek hez dike. Karê me jî baş e. Her çiqas di pandemiyê de em vekiribûn jî 6 mehan karê me nebû. Tevî her tiştî me dest ji karê xwe berneda. Jin dikarin gelek tiştî bikin. Divê jin qada xebata xwe biafirînin û li ser piyên xwe bisekinin.”