Jin ji bajarekî çi dipên? 2020-09-21 09:04:29   AMED - Ji navçeyên Baglar, Kayapinar, Yenîşehîr û Surê me bi 4 jinan re der barê pirsgirêkên bajar de hevdîtin kir. Jinan diyar kirin ku pirsgirêkên herî girîng yên bajar, ‘şîdeta li hember jinan, aborî, zêdebûna bikaranîna hişbir û fuhuşê ye’. Jinan da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî şîdetê parastina cewherî şert e.   Lil Amedê ji 4 navçeyên amedê bi jinan re der barê pirsgirêk û rojevên sereke de nirxandin hat kirin. Jinan diyar kirin ku pirsgirêka sereke ya bajar aborî û şîdeta mêr ya ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pêk tê ye. Jinan her wiha bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku berê ciwanan bidin fuhuş û hişbirê û gotin qeyûm jî gelek pirsgirêkan diafirînin.   Şîdeta li ser jinan rojeva sereke ye   Hacer Kurt ya 33 salî li taxa Fîskaya ya Yenîşehîr a Amedê rûdine û li Ofîsê kafeya wê heye. Hacerê pirsgirêkên bajar nirxand û got pirsgirêka sereke ya bajar şîdeta li ser jinê, bikaranîna hişbirê, fuhuş û pirsgirêkên aborî ne.   ‘Gelek pirsgirêk derketin holê’   Hacerê destnîşan kir ku Amed berê jî ji ber gelek pirsgirêkan bi bandor bûye û bi taybet di aliyê derûniyê de bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin û got: “Li bajar li şûna ku hinek tişt ber bi başiyê ve diçin her diçe xera dibe. Li bajar bi şerê hat jiyîn re dîrok hat tunekirin. Hîna psîkolojiya şer nehatibû çareserkirin gelek pirsgirêk û nexweşî derket pêş me. Du hefte berê jinek li ber çavê zaroka xwe hat qetilkirin. Ji bo parastina jinan tiştek nayê kirin. Kujer nayên cezakirin. Tevî vê jin dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   ‘Divê qadên parastina cewherî hebin’   Hacerê bi lêv kir ku li dijî şîdeta mêr divê jin ji perwerdeyê bên derbaskirin û wiha pê de çû: “Ji bo jin xwe li dijî şîdetê biparêzin divê qadên parastina cewherî hebin. Divê li her taxê ev pêk bê. Li bajar pirsgirêk naqedin. Ciwan di çarçoveya polîtîkayên dewletê de fuhuşê dikin û hişbirê bi kar tînin. Di nav jinan de divê piştevanî û hişmendî hebe.”   ‘Yek ji pirsgrêka herî mezin qeyûm in’   Sittiye Çakir (38) ya li taxa Fatîh a Baglarê rûdinê jî balkişand ser pirsgirêkên bajar û got li bajar pirsgirêkek mezin a aboriyê heye û bi vîrusê re jî ev pirsgirêk hîn bêtir giran bûye. Sittiyeyê wiha got: “Di pêvajoya vîrusê de esnafan dukan girtin. Qezenca wan çênebû. Karê wan sekinî. Lê dewlemend bi bandor nebûn. Yek ji pirsgirêka herî mezin a bajar qeyûm in. Piştî qeyûman bi hezaran kes ji kar hatin avêtin. Li bajar ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pirsgirêkên jinan tên jiyîn. Jin rehet nikarin tev bigerin. Kuştinên jinan zêde bûne. Tacîz û tecawiz zêde bûye. Fuhuş zêde bûye. Ji vê derdorê herî kêm 500 jin dikevin nava tora fuhuşê. Ji ber vê divê jin li dijî zîhniyeta mêr têbikoşe. Beriya qeyûman kolanên me paqij bûn. Niha her der çop e. Qeyûm tenduristiya mirovan tune dihesibîne. Kolan perîşan bûne. Kevirên parke hemû rabûne. Zivistan tê. Cihên berbiçav çêdikin lê yên din wisa dihêlin.”   ‘Qetilkirina jinan li xweşa dewletê diçe’   Ji taxa Gazîler a Kayapinarê, Esma Seydaoglu ya li Kolana Yilmaz Guney rûdine jî daxuyakirin ku li Amedê gelek pirsgirêk hene û ya herî girîng jî aborî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bêrîka mirovan de mîlyonek pere tune ye. Bi hezaran ciwan betal in. Welatî nikarin nan bibin mala xwe. Gelek pirsgirêk hene. Em nikarin tiştekî bêjin. Kuştinên jinan pirsgirêkek mezin e. Gelo jin çima tên qetilkirin? Kuştina jinan li xweşa dewletê diçe. Bila jin nemirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê aştî pêk bê. Bikaranîna hişbirê zêde bûye. Ciwanên Kurd ji ber hişbirê dimrin. Pirsgirêka din jî betalî ye. Ciwan ji ber kar nabînin diçin metropolan. Dewlemend dijîn, xizan dimirin. Bila ev xwîn êdî bisekine.”   ‘Divê rê bidin ber ciwanan’   Gulşah Fîlîz (30) ya li taxa Îskender Paşa a Sûrê dijî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ciwan xwe dispêrin şîdetê. Pevçûnên wan çêdibin, fuhuş zêde bûye, bikaranîna hişbirê zêde bûye. Divê riyeke rast bidin ber ciwanan. Riyeke baş wê ciwanan ji şer dûr bixe. Di navbera ciwanan de bikaranîn hişbirê zêde bûye. Sedema herî mezin a vê jî bê perwerdebûn e. Şîdeta li ser jinan zêde bûye. Divê jin li dijî şîdetê bêdeng nemînin. Betalî jî wek pirsgirêkên din pirsgirêkek mezin e. Dvê jin li dijî şîdet û zextê bêdeng nemînin.”