Bi hatina payîzê re amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin 2020-09-19 09:08:09   WAN - Jinên ku li baxçeyên xwe bi kedek mezin sebze çandin niha dest bi komkirina wê kirine û ji bo xwarinek organîk û tenduristiyê amadekariya zivistanê jî dikin û piştgiriyê didin aboriya malê.   Bi hatina payîzê re amadekariya zivistanê jî dest pê kir. Gelek jin bi sebze û fêkiyên li baxçeyên xwe diçînin, konserve, tirşî, ava firingiya û sebzeyên hişk çêdikin. Soylemez Pazar û Medîne Pazar yên li taxa Sixkê ya Tuşba a Wanê dijîn diyar kirin ku karê baxçe zehmete lê xwarina wan organîke.   ‘Amadekariya min heta havînê têr dike’   Soylemezê destnîşan kir ku di meha nîsanê de sebzeyan diçînin û bi baldarî li baxçeyê xwe dinêre û got: “Darên me yên mişmişan zêde ne. Em mişmişan hişk dikin. Lê kara wê heye. Em sebze û fêkiyên hişkirî difroşin. Her wiha em ji sebzeyan konserveyan çêdikin. Heta demsala havînê têr dike. Ez sibehê zû diçim baxçe. Sebzeyên me organînikin.Ez hormon û zibil bikar naynim.”   ‘Bihayê avê her roj zêde dibe’   Soylemezê bi lêv kir ku beşeke mezin a qezenca xwe dide fatureyên avê û balkişand ser zema j ibo av û ceyranê tê kirin: “Ez 5 mehan baxçe av didim. Her meh 500 TL fature didim. Ava malê jî cuda didim. Beşek mezin a qezencê didim av û ceyranê. Her wiha her tim zem tê kirin.”   ‘Em pê debara xwe jî dikin’   Medîne Pazar jî diyar kir ku bi sebze û fêkiyên baxçeyê xwe debara xwe jî dikin û di heman demê de hewcedariya mala xwe jî ji baxçe dike û wiha dawî lê anî: “Em biharê tov davêjin. 3 mehan lê dinêrin. Piştre em kom dikin. Em sebze û fêkiyên xwe difroşin. Em ava firingiyan û konserve çêdikin. Karekî zehmete lê ez jê hez dikim. Kelem, garis, firingî û sebzeyên din difroşim. Dema tirşiyê jî ji kelemê tirşî çêdikim. Em organîk dijîn. Muşteriyên tên baxçe jî çi bixwazin digirin û diçin.”