Ligel ambargoya heyî amadekariya zivistanê dikin 2020-09-18 09:04:06   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê Xeysa Çetin û Fatma Tok ligel ambargoya heyî ji bo zivistanê dest bi amadekariyan kirin. Ji bo amadekariya zivistanê sûdê ji baxçeyên xwe digirin.    Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), li gel ambargoya heyî li gorî derfetên heyî amadekariya zivistanê dikin. Gelek malbat bi berhemen xwe yên li baxçeyan amadekariyên xwe dikin. Ji ber ku niha çûn û hatina li wargehê hatiye astengkirin gelek zehmetiyan re rûbirû mane penaberên ku li vir dijîn. Lê jin ligel hemû zehmetiyan hewl didin ku jiyana xwe ya rojane bidomînin. Jinên bi navê Xeysa Çetîn û Fatma Tok niha amadekariyên zivistanê dikin.    Xeysa Çetin, wekî jinên din ên wargehê li gorî derfetên heyî dest bi amadekariya zivistanê kir û wiha axivî: "Em li gorî derfetên xwe amedekariya xwe zivistanê dikin. Salên borî me gelek tişt amade dikirin lê niha ji ber rewşa dorpêçê em nikarin amadekariyekî li gorî dilê xwe bikin. Her sal me turşî, reçela hejîran, helîlî, pelê mêwan û zebzeyên hişkkirî çêdikin. Helîlî xwarinekî gelekî kevn e li herêma Botanê dema em zarok bûn dihat çêkirin. Me tirî guvaşt û çengek ax an jî xalî me kir nava ava tiriyê bi xwe de û me dikeland. Heta sibehê jî me hêşt heta nizilî û gêra binê wê jî me avêt piştî ku keliya du berdax zeytê zeytuna, du pakêt îrmîk û du berdaq şîr, du kulm ar me xist navê baş me tevdida heta ku tîr bû, pişt re jî me valadikir ser tepsiyan û piştî rojekê jî me qut dikir û radikir."    Xeysa, destnîşan kir ku demên borî defet gelek bû û li dervê tiştek nedihat standin û hemû tişt li malê dihatin amadekirin. Xeysa, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Demên borî her kes li gund li gorî derfetên xwe amadekariyên zivistanê dikirin. Niha em li wargehê ne û ji ber rewşa niha heyî ya ambargoyê em nikarin amadekariyên xwe yên zivistanê bikin."   ‘Ji ber amborgoyê amadekarî zêde nayê kirin'   Fatma Tok jî wiha behsa amadekariyên xwe yên zivistanê kir: “Ji ber şert û mercên ambargoyê me ne karî weke her sal amadekariyekê baş ji bo zivistanê bikin. Me hemû tiştên xwe ji baxçeyên xwe anî û amade kir. Hejîr, tirî û helîlî me çêkirin ji bo zarokên xwe. Bi rastî zarok jî gelekî hez wan tiştan jî dikin." Fatma di axaftina xwe de bal kişand ser çêkirina dimsê û wiha axivî: "Di destpêkê em hemû tiriyên xwe ji nava baxçe tînin, tiriyên xwe em diguveşin û dixin nava bîdonên mezin. Piştî ku ava tirî baş nizilî em valayê quşxaneyan dikin û datînin ser agir û dikelînin. Piştî ku kelek lê ket em ji ser agirê radikin ku bila binizile heta ku bibe dimis."    Fatma bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Berê bêtir amadekariyên zivistanê dihat kirin û ji bo her kesî bi nirx bû. Lê niha zêde kes mujûl nabe. Tiştên amadekirî tînin malên xwe."