Ji bo zivistanê amadekariyên xwe didomînin 2020-09-11 09:08:43   WAN - Bi nêzîkbûna zivistanê re li Westan a Wanê jin bi awayekî komunal salçeya û konserveyan çêdikin.   Her sal bi nêzîkbûna zivistanê re wek kevneşopiyekê sebze û fêkiyên hişk, salçe, tirşî û xurekên din tên amadekirin. Ev berhemên li şûna berhemên fabrîkasyonê tên tercîhkirin ji aliyê jinan ve bi awayek komunal tê amadekirin. Jinên gundê Vurganîs a Westan a Wanê ku awayek komunal dijîn amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê vegotin.   Xanim Gomul ya 67 salî ku ji ber krîza aborî koçî Stenbolê kiriye lê ji bo amadekariya zivstanê tê gundê Vurganîsê wiha got: “Em her sal vê demsalê firingiyan di ava germ de kaş dikin û dest bi amadekariyan bikin. Em menemen, salçe û tirşiyê çêdikin. Ez ji bo amadekariya zivistanê têm gundê xwe. Ez bi destê xwe amade dikim. Ji bo zivistanê em rehet derbas bikin em kedê didin. Hem di alî aborî de baş e hem jî em bi destê xwe çêdikin. Em dizanin ku xurek başin. Em li gorî xwe çêdikin. Ji bo malbatek 5 kesî em 30 kavanoz menemen ji bo 10 kesî 60 kavanoz tê çêkirin. Em zivistanê bi rehetî didin ser sifreyên xwe.”   Em ji derve tiştekî nagirin’   Zeynep Gomul jî bi lêv kir ku seranserê zivistanê berhemên ku bi destê xwe amade kirine dixwin û got: “Em gelek sebze û fêkî diçînin. Em meha îlronê de jî tirşiyê çêdikin. Em ji derve tiştekî nagirin. Hemû jî bi destê jinan tê çêkirin.”