‘Dema ez hatim zewicandin hevalên min li dervê dilîstin’ 2020-09-09 09:09:05   Şehrîban Abî   WAN - Zehra Gomul ya bi temenê biçûk de hat zewicandin, diyar kir ku tema gustîl kirine tiliya wê, gotiye belkî diyariya apê wê ye û got: “Ez bi zarokên xwe re mezin bûm. Divê li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de têkoşîn bê dayîn.”   Yek ji aliyên herî girîng a êrişa zayendî ya li hemberî zarokan zewaca di temenê zarokatiyê de ye. Rêxistin û aktîvîstên mafê jin û zarokan li dijî vê têdikoşin û tevî vê jî hîna pirsgirêkek gelek girîng a civakê ye. Li gorî daneyên 2019’an yên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK), di temenê zarokbûnê de zewicandin 17 hezar û 47 e. Ev rêje li welat ji sedî 3,1 derbasî qeydan bûye.   Zehra Gomul di temenê zarokatiyê de tê zewicandin. Niha 43 saliye. Zehra li gundê Vurganîs a Westan a Wanê dijî. Zehraya ku hewl tê dayîn di 11 salî de bê zewicandin wiha dibêje: “Ez hinek bi şans bûm. Heta ku mêrê ez pê re nîşan kirim, ji leşkeriyê hat hinek mezin bibûm. Lê dîsa jî ji bo zewacê pir biçûk bûm. Lê qe nebe ne 11 salî bûm. Ez çûm ser çem. Ez hatim malê, birayê min gulîskek xist tiliya min. Min got belkî apê min diyariyê min dike. Ez kêfxweş bibûm. Lê dema hatim malê dayika min digiriya. Min pirsî ka çi bûye, wê jî got tu destgirtî bûyî. Ez matmayî mam. Wan deman bav bigota çi ew bû. Kesî tiştek nedikir. Êdî destgirtiyê min hebû lê belê hevalên min jî li derve dilîstin."    ‘Ez nikaribûm biçim derve’   Zehrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di temenê biçûk de rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye û got: “Ez bi zarokên xwe re mezin bûm. Di temenê biçûk de ez hatim nîşankirin, ji ber vê nikaribûm derkevim derve jî. Digotin ‘şerme, tu êdî zewicandiye, dernekeve derve’. Di temenê zaroktiyê de neçar mam bi mêrekî re jiyanê bidomînim. Çi dibe bila bibe divê dê û bav zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin.”