Bi makîneya ava firingiyan karê jinan hêsan kir 2020-09-08 09:06:30   Şehrîban Aslan   AMED - Safiye Çoban ku 5 sal berê makîneya ava firingiyan anî Amedê, diyar kir ku jin ji karekî zehmet xilas kiriye. Safiyeyê wiha got: “Jinan piştî karê parzûnkirinê pisgirêka êşa mil dikişandin. Ji bo karê jinan hêsan bikim min jî makîne anî.”   Li herêmê amadekariyên zivistanê didomin û li Amedê jî li pazar kolan û malan tevger didome. Her havîn ji bazarê balîcan, îsto, firingî tên girtin. Jin konserveyan çêdikin, dipijînin û hişk dikin. Yek ji amadekariyên ku herî zêde tê kirin ava firingiyan e. Safiye Çoban li taxa Huzurevlerî ya Peyas a Amedê ye û her sal dawiya meha havînê dest bi çêkirina ava firingiyan dike. Safiyeyê 5 sal berê makîna ava firingiyan anî Amedê û karê jinan jî hêsan kir.   ‘Min xwest karê wan hêsan bikim’   Safiyeyê daxuyakirin ku 5 sal berê bi hevjîn û xwişka xwe re dest bi çêkirina ava firingiyan kiriye û got ji ber karê ku kirine jî eleqeyek mezin dîtine. Safiyeyê wiha berdewam kir: “Jinan firingiyên xwe hûr dikirin û piştre neçar diman jî safoyê  derbas bikin. Ev ji bo jinan dibû pirsgirêk. Gelek jin piştî parzinandina ava firingiyan êşa mil dikşînin. Min jî xwest karê jinan hêsan bikim û ev makîne min anî. Ewil me yên xwe çêkirin. Jinan ev dît û bala wan kişand. Piştre firingî û îsotên xwe wan anîn. Me ji wan re çêkir.”   ‘Min jî zehmetî dikişand’   Safiyeyê destnîşan kir ku hema hema ji her navçe û gundên Amedê jin tên û wiha got: “Min karê jinan hinek be jî hêsan kir. Ev min kêfxweş dike. Min jî berê ya xwe bi destan çêdikir. Min zehmetî dikişand. Min ev makîne anî û jin gelek kêfxweş bûn. Ez ji karê xwe gelek hez dikim. Bila tenê jin bixwazin, dikarin her karî bikin. Min bawer kir û dest pê kir. Jinên din jî dikarin bikin.”