'Astengî ne di kêmbûna endamên laşê mirov de ye' 2020-09-07 09:03:52   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jina bi navê Hesîna Mihemed Hisên li hember şert û mercên jiyana xwe ya zehmet ku têdikoşe  dibêje: "Astengî ne di kêmbûna endamên laşê mirov de ye astengiya  di mêjî de ye."   Di jiyanê de her mirov rastî zehmetiyan tên, lê dema ku ev zehmetî ji roja dayikbûnê de bi mirov re hebin hindekî rêvebirina jiyanê zehmet dibe. Mirovên astengdar yên ku ev pirskirêka wan li pêşiya xeyalên wan asteng nabe ji bo jiyaneke b rûmet weke hemû mirovên bê asteng ji xwe re dixebitin. Mînaka wê jî Jina bi navê Hesîna Mihemd Hesen a 45 sali ya ji taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê ye. Hesîna ji biçûkaniya xwe de ji linge xwe astengdar e û nikare bimeşe. Hesîna derbarê jiyana xwe ji ajansa me re niraxndin kir.    Hesîna diyar kir ku ji dema çavê xwe li cihanê vekir endamek laşê wê kêm bû û wiha got "Di jiyana min de min zehmetî dikşand, min her dixwest ez wekî her zarokekî ji xwe re bilîzim û biçim dibistanê, lê kêmbûna endamê laşê min rê li ber daxwaza min girt. Temenê min 10 salî bû bavê min ji min re biskilêta  astengdaran çêkir û  heta roja îro ez ji bo xwe bi kar tînim. Biskilêta min beşek bingehîn ji jiyanan min e û ev 30 salin ez wî bi kar tînim.  Dema xera dibe ez pir xemgîn dibim. Ji ber ku ew li şûna lingê min e. Bê biskilêt ez nikarim kar bikim lewma di jiyana min de cihekî girîng digre."    'Dema mêjî hebe astengî li holê namîne'   Hesîna da zanîn ku ev 10 sal in di firoşgehê de kar û xebatê dike û wiha behsa karê xwe kir: "Min xwest di civakê de xwedî rolek girîng û kesek aktîv bim. Ji bo ku ez bikarim kar bikim min di destpêkê de hin pêdivî dianîn malê û difrotin.  Paşê min firoşgehek nêzî malê vekir û roj bi roj min firoşgeh dagirt. Bi vê firoşgehê min alikariya xwe û malbata xwe kir. Piştî di vî karî de bi ser ketim min dît ku astengî ne dema enmdamên laşê mirov kêm bin, astengiya rast di mêjiya mirov de dest pê dike. Dema mêjiyê mirov hebe û mirov baş bide şûxilandin, wê demê mirov dikare her tiştî bike."   'Hewildan û îrade hebe wê zehmetî nemîne'   Hesîna herî dawî bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin kesên astengdar û wiha bi dawî kir: "Tiştek bê zehmet tüne ye, lê pêwiste hewildanên me hebin ku em bighêjin armanca xwe. Heta roja îro jî ez zehmetiyan dijîm, lê ez nahêlim ku rê li ber daxwaza min were girtin. Dema jin bi hêza xwe bawer be wê demê her tişt ji bo wê hêsan dibe. Ez herî dawî bang li rêxistinên mirovî dikim ku alîkariyê bidin kesên endamên laşê wan kêm  ku bikarin êşa xwe ji bîr bikin û ji tunebûnê hebûnê ava bikin."