Li ser tenûrê debara mala xwe dike 2020-09-06 09:05:49   AMED - Delal Ozkan ya bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dike li malbata xwe ya ji 9 kesî pêk tê dinêre. Delalê got ji ber krîza aborî zarokên wê kar nabînin û got ew jiyanek baştir dixwaze.   Bi hezaran jinên ku di temenê biçûk de tên zewicandin rastî gelek zehmetiyan tên. Delal Ozkan jî yek ji van jinane û ji bo restoranekê nanê tenûrê çêdike. Bi pereyê ji vir qezenc dike li malbata xwe dinêre.   Delal ku bi çêkirina nanê tenûrê qezenca xwe dike, di bin germê de bi saetan disekine. Li germa tenûrê germa Amedê jî zêde dibe. Delala ku em çûn serdana wê xwîdana xwe paqij kir û bi kurtasî çîroka xwe vegot.   Delal hîna biçûk bû bavê xwe winda dike, dayika wê jî bi zor bi kesekî din re dizewicînin. Delal bi salan dayika xwe nabîne. Heta 14 salî li gel bapîra xwe dimîne û piştre bi lez û bez dizewicînin di 15 salî de dibe dayik.   ‘Zarokên min betal in’   Delal dayika 8 zarokane û wiha dibêje: “Hevjînê min çend sal berê mir. Dema hevjînê min sax bû jî ez dixebitîm. Min çape kir, pembo kom kir, min berhemên destan çêkirin firotin, 6 mehan di şaredariyê de xebitî. Min sebze û fêkî firotin. Karê niha dikim jî zehmete lê ez neçarim bikim. Ger zarokên min bixebitiyana Ez ê nehatibama vir. Kar tune ku zarokên min jî bixebitin. 5 zarokên min yên di temenê xebatê de ne hene. Lê sektora înşatê sekiniye û kes naxebite. Ez çewalek ard di 130 TL digirim. Çend caran nan çêdikirm diqede. Her tişt bihaye. Krîz heye. Debar zehmete.”   ‘Piştî 4 zarokan min nasname derxist’   Delalê got ew bi salan bê nasname jiyaye piştî 4 zarokên wê çêbûne nasname derdistiye û wiha dawî lê anî: “Ji ber vê mehra min ya fermî tunebû. Bavê min miribû û min nizanibû dayika min li ku ye. Ji ber vê nasname jî dernediket. Ez çûm dadgehê ji bo nasnamê derbixim gotin divê ji malbatê yek bê. Lê apê min kesî şahidî nekirin. Piştî 4 zarokan min nasname derxist. Ez niha ji bo xwe û zarokên xwe jiyanek baş dixwazim. Ji bo karên xwe kar dixwazim.”