'Ji her nexweşiyekê re dermanekî xwezayî çêdikim' 2020-09-01 09:06:24   Rûperîn Bekir    ŞEHBA - Nazê Oso bi dermanên xwezayî mirovan tedawî dike û dibêje: "Li gund bijîşk tunebû ku zarokên me tedawî bike. Ji ber vê jî min tedawiya zarokên xwe bi xwe dikir û ez niha hatime astekî. Ez ji her nexweşiyekê re dermanekî xwezayî çêdikim."   Di hemû civakan de mirovên ku heya niha baweriya xwe bi xwezayê tînin û jê rêbazên tedawiya tenduristiyê diafrînin jî hene. Demên berê dayikan bêtir tedawiya xwezayî pêk dianîn û îro jî ev mîras dîsa ji hêla dayikan ve tê parastin. Dermanên xwezayî ji gihayan tê çêkirin an jî ji hin amûrên ku ew jin bi xwe çêdikin tê  amadekirin. Mirovên ku gel van dayikan jî tedawiya xwe dibînin weke nirxekî pîroz lê mêze dikin. Têkildarî mijarê dayika Nazê Oso ya 80 salî ji gundê Birîmce ya navçeya Mabata ya Efrînê ye dermanên xwezayî çêdike û pê mirovan tedawî dike, li ser girîngiya dermanên xwezayî û çêkirina wan ji ajansa me re axivî.    'Tedawiya xwezayî me bi xwe çêdikir'   Nazê di destpêka axaftina xwe de li ser xebatên xwe yê tedawiya xwezayî wiha got: "Dema ku zarokên min biçûk bûn li kolanan û dibistanan dilîstin birîndar dibûn. Ji bo ku birîna wan dijwartir nebe pêwistî hebû rêbazekî cuda bikarbînim. Min bi xwe zarokên xwe de derman dikir. Li gundê me bijîşk tunebû ku zarokên me derman bike û ji ber vê jî ez bi xwe hînê dermankirinê bûm. Rêbazê ku ez bikartînim rêbazên xwezayî ne. Mînak ji bo ku em bîrina bigirin em giha datînin ser, ji ber ku ev giha êşa bîrinan kêm dike."   'Ji her nexweşiyekê re dermanekî xwezayî çêdikim'   Nazê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser rêbazên tedawiya nexweşiyên ku di laşê mirovan de derdikevin û wiha axivî: "Bedena mirov rastî her cureyên nexweşiyan tê. Piraniya nexweşên min niha jinên temen mezin in, lê gelek dayik zarokên xwe jî tînin gel min. Jinên temen mezin nexweşiyên weke pişt, êşa çong, qirik û êşa serî hene û ev jin tên cem min. Rêbazê tedawiya wê gihayên xwezayî yên ku ji zeyta zeytûnan, hin kulîlkên taybet ku di êşa laş tê bi kar anîn tevlî hev dikim û paşê jî bi masajê cihê diêşe lê dixim. Jin bi vê yekê rehet dibin û êşa laşê wan jî kêm dibe. Ji bo zarokan jî piraniya nexweşiyên wekî zerik û birîna navikê bi wan re çêdibe, dayik wan tînin li gel min û ez tedawiya van zarokan dikin. Bi salanê ez vî karî dikin û ez gihaştim astekî û ez niha dizanim ku kijan giha bi kijan nexweşiyê re baş e."   Nazê di dawiyê de ser girîngiya parastina tedawiya xwezayî axivî û wiha bi dawî kir: "Mîrasê çanda dermanên xwezayî ji mêj de heye. Bi vê yekê civakan dikarîbû li mirovên xwe baldarbin. Îro em jî dixwazin ev çand winda nebe, ji ber esasê avakirina civakê bi van dayikan xwe li ser piyan hiştiye."