‘Me dît lê belê bila zarokên me nebînin' 2020-08-30 09:04:00   Şehrîban Abî   WAN - Altun Şîmşek ya di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hat wiha got: “Êdî jin dengê xwe bilind dikin. Me jiya bila zarokên me nejîn. Destûr nedin zewacên di temenê zarokatiyê de, destûr nedin şîdetê.”   Ji ber ferzkirina rolên zayenda civakî û zîhniyeta serdest ya mêr di bi navê ‘zewacê’ de zarok rastî îstîsmarê tên û di heman demê de jî bi şîdeta sîstematîk re tên rû hev. Altun Şîmşek 75 saliye û di temenê biçûk de bi berdêlêkiyê zewiciye, bi salan bi şîdetê re rûbirû hatiye. Altun diyar dike ku tiştên wê jiyaye bila jinên din nejîn û got ji bo zewicandin zarokan destûr neyê dayîn.   Altun li gundê Albayrak a navçeya Elbaqa a Wanê dijî. Altun diyar dike ku di temenê biçûk de barên giran li ser milê wê hatiye barkirin û wiha pê de çû: “Ji bo malbatên me em ne zarok bûn. Em bi her cureyê zehmetiyê re hatin rû hev. Ji bo vê jî ji bo zarokên me heman tiştî nejîn divê em têbikoşin.”   ‘Her roja min wek cehnem derbas bû’   Altunê da zanîn ku bi çavê malbatên wan ew ji zûde mezin bibûn û got ew li aliyekî di bin malê û çêkirina xwarinê de dihatin pelçiqandin û li ser vê jî dihatin zewicandin. Altunê balkişand ser şîdeta ku piştî zewacê her tim pê re hatiye rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wan rojan jibîr nakim. Min tenê ji xwe re digot ‘gelo çima’. Tevî ku zarokek biçûk bûm jî her roj li ser piya bûm, her roja min wek cehnemê bû.”   ‘Me nikaribû deng derbixin’   Altunê bi lêv kir ku tiştên jiyaye, malbata wê jî têde bi tu kesî re parve nekiriye û wiha dawî lê anî: “Di vî temenî de jî ez xwe digihînim her karî. Bedena min westandiye. Ger hişê min yê niha bûna ji bo nezewicim minê her tişt bikira. Lê wê demê şert û merc dest nedidan. Mêrek ji bo domankirina jiyana jinê tu car hewce nake. Şerteke ku divê her kes bizewice tune. Jin bi tena serê xwe hîn bêtir kêfxweşin. Jin êdî dengê xwe bilind dikin. Li mafên xwe digerin. Divê em destûrê nedin zewaca zarokan.”