'Kelandina daniyan û çêkirina savarê çanda me ya kevnar e' 2020-08-27 09:01:10   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Di demasala havînê de gelê herêmê dest bi kelandina daniyan dikin. Zelîxa Temo behsa çêkirina danû û savarê kir û got: "Çêkirina daniyan jî çanda me ya kevnare, lê pêwîste her kes çanda xwe biparêze. Her wiha xwarin û berhemên bi destê mirovan tê çêkirin tehma wê cuda ye."    Her sal di dawiya demasala havînê de gel dest bi kelandina daniyan dikin. Şêniyên gund jî bi awayek komînal dest bi kelandina daniyan kirine. Di vê demê de ne tenê danî tên çêkirin di heman demê de hemû amedekariyên zivistanê jî tên amedekirin. Kesên ku derfetên xwe li bajaran tune bin û nikaribin daniyan çêbikin, diçin li gel xizmên xwe yên gund û daniyên xwe çêdikin. Her cureyên genim ji bo daniyan nayên bi karanîn tenê genimê cizîrî dibe, ev danî dibe roj an jî di hileyan de tên çêkirin. Di derbarê vê mijarê de Zelîxa Temo ji ajansa me re behsa çawa çêkirina daniyan kir.   'Her sal savar tê çêkirin'                        Zelîxayê, diyar kir ku kelandina daniyan û çêkirina savarê çandekî civakiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi berbanga sibehê em radibin û dest bi şûştina genim dikin. Paşê em hileya xwe tînin û genimê xwe vala hileyê dikin û agirê xwe pê dixin. Piştre em bi bêr genim tev didin heye ku genim dikele. Piştre em bi hev re daniyên xwe  li ser sifreyê radixin. Dema ku dan tên çêkirin wê demê cîran û zarok satilên xwe tînin û daniyan ji malbatên xwe re dibin. Di nava dû sê rojan de dan hişk dibin. Piştre tirektor amurê ku savar ji hevdu derdixe li gundan digere. Em genimê xwe şil dikin û ber didin cihê ku direktor dihêre û dema ku hewa radibe wê demê em savarê kofteyan, toza genimê kutayî, kepek û savar gêrmiyan ji hevdû derdixin. Toza genimê kutayî ku di nava bilxur de derdikeve zivistanê em li ber agir dixwin hin kes jî şekir, kuncî dixine nav û dixwin. Kepeka wê jî em didin lawiran."   'Em çanda xwe diparêzin'   Zelîxayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser parastina çandê û got: "Çêkirina daniyan jî çanda me ya kevnare, lê pêwîste her kes çanda xwe biparêze. Pergala kapîtalîzîmê her oj hewil dide çanda civakan tune bikin, civakên bê çand neçarî qirkirinê dibin. Pêwîste em jî çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Di bajaran de çanda civakbûyînê her ku diçe kêm dibe ji ber wê kesên li bajaran dijîn hîn bi baldar dikarin xwedî li çanda civakibûyînê derkevin. Di van demên dawî de dewleta tirk li kêleka şerê çekdarî şerê çandî jî li ser civaka me dide meşandin. Li dijî her cûre êrîşan parastin xaleke bingehîn ji bo jiyana civakan û mirovahiyê ye. Em ê hem di aliyê bedenî de hem jî di aliyê çandî de xwe biparêzin."