Meryem a 75 salî: Ez erdê xwe terk nakim! 2020-08-23 09:03:13   HESEKÊ - Meryem Yaqûb a 75 salî niha dest bi amadekariyên zivistanê dike û dibêjê: "Kesên temen mezin yên wekî min jiyana wan li gundan xweştire, jiyana me li derveyî welat nabe. Dil û wîjdanê min ranake ku ez dev ji erdê xwe berdim û herim."    Li dijî dagirkirina çete û êrîşên dewleta tirk gelê li herêma Bakur û Rojhilate Sûriyeyê li aliyekî li ber xwe didin û aliyek jî têkoşîna jiyanê dikin. Şer û jiyanê bi hev rê dimeşînin. Bi nêzbûna demsala payîz û zivistanê jinên li herêmê dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Jina Aşûrî Meryem Yaqûb a 75 salî ji gundê Til Cûma ê girêdayî navçeya Til Temirê ye, tev kurê xwe dijî.    7 zarokên wê berê xwe dan welatên din û ji ber vê jî barêkî giran ma ser milê wê. Lê Meryem ligel jiyana zehmet nexwest dev jî axa xwe berde. Meryem derbarê jiyana xwe ya rojane û şerê ku li herêmê dimeşe nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman.    '60 sal in ez li vir dijîm'   Meryem diyar kir ku mala xwe bi daran xemilandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêhna mirovan bi rengên daran vedibe. Ev 60 sal in ez li vir dijîm û ji berhemên daran her sal erzaqên zivistanî çêdikim. Niha dîsa min dest bi çêkirina ava becan, pelê tirî, penêr û reçel ya xoxan kiriye. Min tenê li gorî du kesan çêkiriye. Niha gelek tiştên ku mirov ji bazarê dikire, nizane çawa û di kîjan kargehan de hatiye çêkirin. Ji ber wê dayik her berê xwe didin tiştên ku li ser destên xwe çêdikin, ji ber ku tama wan jî pir xweşe."   'Erdê min hat dagirkirin'    Meryem got ku erdê wê hatiye dagirkirin û wiha dewam kir: "Sala borî min nikarîbû erdê xwe biçînim, ji ber ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve hatibû dagirkirin. 200 donim tevî mazot, jenetorê avê û tevî tovên genim ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn. Ji ber dagirkirina erdê min ez ji çandiniyê dûr ketime. Dûrketina min ji gund çend saetan bi min re behîn tengbûnekê çêdikê, ji ber ku ez fêrî gund,xweza û hewaya wê bûm e. Tevî ku piraniya gund di êrîşa DAIŞ de koçber bûye, lê heya niha ez ji gund derneketime. 3 xwîşk tevî dayik û bavê min li vir jiyana xwe ji dest dane û li gund hatine veşartin, dil û wîjdanê min ranake ku ez dev ji wan berdim û herim."   Meryem bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kesên temen mezin yên wekî min jiyana wan li gundan xweştire, jiyana me li derveyî welat nabe, ji ber ku bê rûmetiyê bi xwe re tîne."