'Bi hebûna jinê jiyan tê afirandin û zindî dibe' 2020-08-11 09:03:50   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Jin li ku derê be, bi derfetên herî kêm û zehmet jî hewil dide li ser piyan bin û jiyana xwe dewam bikin. Yek ji mînaka jinên li berxwe didin jina bi navê Wedha Himêdî a li kampa Waşûkanî ye. Wedhayê bi qamîşan li ber konê xwe holikek çêkiriye da ku xwe ji germahiya zêde biparêzin. Wedhayê dibêje:"Ji bo ku em xwe ji germahiya zêde biparêzin min holikek ji qamîşan çêkir."   Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encamê de bi hezaran sivîl neçarî koçberiyê bûn. Di 22’yê Cotmehê de Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan û bi rêxistinkirina wan Kampa Waşûkanî da avakirin. Ji ber germahiya zêde û paşguhkirina koçberên Kampa Waşûkanî ya ji aliyê Rêxistinên mirovî koçber bi derfetên xwe yên kêm hewil didin li dijî zehmetiyên jiyanê li berxwe bidin. Jina bi navê Wedha Himêdî 47 salî ye û ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye û niha li kampa Waşûkanî bi cih bûye, ji ber germahiya zêde bi qamîşan hewş li ber deriyê konê xwe daye çêkirin. Wedha girêdayî çêkirina holika ji qamişan nêrîna xwe bi me re parve kir.   'Li hember şerd û mercên jiyanê yên zehmet em ê li ber xwe bidin'   Wedya diyar kir ku ew bi qamîşan li ber konê xwe holikek çêkiriye û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi tank, top û balafiran êrîşî me kir, ji bo ku em zarokên xwe ji hovîtiya dewleta tirk xelas bikin em neçarî koçberiyê bûn. Niha jî em li kampa Waşûkanî bicih bûne, em spasiya Rêvberiya Xweser dikin ku ev kamp ji bo me da avakirin û alîkarî bi me re dike. Lê çiqas mirov bêje jiyana di kampê de zehmet e, ceyran kêm e, av li ber germahiya zêde nacemide, min jî xwest çareseriyekê bibînim. Min qamiş kirîn û li ber deriyê konê xwe holikek ava kir û em avê jî lê dikin pir hênik dibe."   'Ji bo her pirsgirêkekê çereseriyek heye'   Wedha di dewama axaftina xwe de balkişand ser jiyana kampê û got: "Em îro di hundirê kampa Waşûkanî de li ber xwe didin. Em çiqas rastî zehmetî û kêmasiyan bên jî, lê em ji tunebûnê hebûnê ava dikin, ji bo her tiştekî çareseriyek heye, em jî ji bo ku xwe û zarokên xwe ji germahiya zêde biparêzin me ji qamişan holikek ava kirin, niha nîvê kampê ev qamiş danîne û pê kêfxeş in."   Bi keda destê xwe amadekariya zivistanê dike    Wedha di aliyekî din de ji bo demsala zivistanê bamî û bacanê reş hişk dike û wiha dibêje: "Ji bo ku em bikaribin di zivistanê de jî rastî zehmetiyan neyên û zarokê me jî birçî nemînin ez bamî û bacanê reş jî hişk dikim. Di demê pêş de ez ê ava bacanên reş jî çêbikim. Niha demsala şînkahiyan e, ji ber wê erzane em ji xwe re ji kampê dikirin û amadekariya zivistanê jî dikin."   'Hûn me paşguh dikin? Em ê jî li ber xwe bidin'   Wedha paşguhkirina rêxistinên mirovî ya koçberên kampa Waşûkanî şermezar kir û wiha bi dawî kir: "Em di malê  xwe de bûn, bi keda xwe me xaniyê xwe ava kir. Dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî zarokên me kir û her kes li dijî vê êrîşê bêdeng ma. Îro jî rêxistinên mirovî me paşguh dikin, lê bila her kes jî bizanibe ku em ê  alîkariya hev bikin û heya dawî jî li ber xwe bidin. Bi hebûna jinê jiyan tê afirandin û zindî dibe."