Keça bavekî winda vedibêje: Bavê min hat qetilkirin, windakirin 2020-08-06 09:04:33   AMED - Huseyîn Aydemîr li Stenbolê di 1995’an de hat binçavkirin û windakirin. Keça wî Dîlan diyar kir ku bi salane li edaletê digerin û yekane daxwaza wan ev e ku cihekî gora wî hebe.   Lêgerîna bi hezaran malbatên ku xizmên wan hatin revandin û windakirin didome. Yek ji van malbatan, malbata Huseyîn Aydemîr yê li gundê Tûkê ya Licê ya Amedê dijiye. Huseyîn di 1995’an de hat binçavkirin û ji wê rojê agahî jê nayê girtin. Keça Huseyîn Dîlan Aydemîr da zanîn ku der barê bavê xwe tu tiştek nayê bîra wê û got: “Belgeyên fermî der barê bavê min de wekî ku dijî şandin malê. Ev jî ji bo me veguherî îşkenceyê. Bavê min tune ye. Me sedema ku hîna dijî fêm nekir. Me serî li dadgehê da wan jî got dijî lê winda ye. Ev rewş ji bo me veguherî îşkenceyê.”   Huseyîn ku li gund bi sewalkariyê re mijûl dibû ji ber zextên dewletê bi 5 zarokên xw re koçî Stenbolê dike. Huseyîn û malbata xwe li aliyekî li dijî pirsgirêkên aborî têkoşîn da li aliyê din jî li dijî dewletê li berxwe da. Huseyîn di 1995’an de li torosek spî siwar dikin û carek din agahî jê nayê girtin. Dema Huseyîn tê girtin jî yên derdorê plaka û marka wesayîtê digirin. Malbat vê dide qerekolê lê mixabin tu bersiv nayê dayîn.   ‘Min tunebûna bavê xwe di dibistana seretayî de fêm kir’   Dîlan dema ku bavê wê winda dibe 3 salî bûye. Der barê bavê wê de tiştek nayê hişê wê. Di dibistana seretayî de mamoste dipirse ‘bavê we çi karî dike’ û li ser vê tunebûna bavê xwe hîs dike. Dîlanê daxuyakirin ku der barê pirsan de bersiv nikaribû bida.   ‘Gorek wî tune ye’   Dîlanê wiha got: “Min ji kesî re parve nedikir ku bavê min hatiye windakirin. Ev tiştekî giran bû. Herî zêde di roja bavan de hestiyar dibim. Mirina bavê min ne mirinek normal e, gorek wî tune ye. Dema ev tên hişê min ez xwe nebaş hîs dikim. Wek me gelek kes hene. Yekane daxwaza me ev e ku winda bên dîtin.”   ‘Me bavê we negirt, wî hûn hiştin û çû’   Dîlanê bi lêv kir ku bavê wê di qeydan de hîna winda derbas dibe û wiha dawî lê anî: “Di kaxizên dengan de an jî belgeyên fermî de hîna bavê min dijî xuya dike. Ev jî ji bo me îşkenceyek mezin e. Bavê min tune ye. Hîna wek dijî derbas dikin. Em sedema vê fêm nakin. Me serî li dadgehê da me got belkî mirina wî derbixin lê dadgehê got ‘bavê we dijî lê winda ye’. Berê jî polîsan digot ‘me bavê we negirtiye, wî hûn hiştiye û çûye. Em dixwazin hestiyên bavê me bê dîtin gorek wî hebe. Gumanbar jî bi awayekî giran bên cezakirin.”