Jin di germê de ecûr û petîxan kom dikin 2020-08-03 09:12:54   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê dest bi komkirina ecûr û petixan kirin û di heman demê de li bazaran jî li ser tezgahan berhemên xwe difroşin.   Li Mêrdînê ecûrên ku gelek navdar in niha dest bi komkirina wan hatiye kirin. Jinan li Deşta Mêrdînê ya girêdayê Artukluyê li bîstanan dest bi komkirina petîx û ecûran kirin û her wiha li ser tezgahên ku li serê kolanan ava kirine berhemên xwe difroşin.   ‘Her sal em berhemeke cuda diçînin’   Melek Acay bi lêv kir ku li Mêrdînê havînan fêkiyên herî zêde tên xwarin petîx û ecûr in û got: “Em her sal berhemên cuda li erdê xwe diçînin. Îsal me petîx û zebeş çandin. Em çend mehan lê dinêrin û vê demê jî em kom dikin. Tiştên em kom dikin, em jî dixwin. Em li derdorê belav dikin, difroşin debara xwe dikin. Ecûr fêkiyeke aydê vê herêmê ye. Em gelek jê hez dikin.”   ‘Em jin her karê wê dikin’   Berîvan Acay jî destnîşan kir ku li bajar kesên baxçeyên wan hebin van fêkiyan diçînin û got: “Me jî li baxçeyê xwe petîx û ecûr çandin. Çandina wê, komkirina wê em dikin. Em havînan ji bilî vî karekî din nakin. Zarokên me jî fêrî vî karî bûne. Ew jî tên gel me kom dikin. Em bi baxçe re eleqeder dibin.”