Li Amedê kevneşopiya cejnê: Kulîçe 2020-07-30 10:09:07   AMED - Jinên li Kuçeya Fîskayayê ya Yenîşehîrê dijîn berî cejnê dest bi çêkirina kevneşopiya cejnê kulîçeyan kir.    Ji ber ku sibehê Cejna Qurbanê ye amadekariyên ji bo cejnê jî hêdî hêdî bi dawî dibin. Îsal ew ê di bin siya pandemiyê û qeyrana aboriyê de gel Cejna Qurbanê pêşwazî bike. Yek ji kevneşopiyên cejnê çêkirina kulîçeyan e.    Berî cejnê jinan dest bi çêkirina kulîçeyan kirin. Jina bi navê Ayşan Pencereci ya li Kuçeya Fîskayayê ya Yenîşehîrê ya Amedê ji bo Cejna Qurbanê kulîçeyan çêdike.    'Her nexşekê nûnertiya malbatekê dikir'   Têkiliya Ayşanê ya ku ev 30 sal in li Fîskayayê dijî bi cîranên wê re gelekî baş e. Di her cejnê de tevî cîranên xwe kulîçeyan çêdike. Ayşanê wiha dibêje:"Berê me kulîçe dineqişand. Her nexşekê nûnertiya malbatekê dikir."   'Çêkirina kulîçeyan ji bo gelekî bi kêf e'   Ayşanê anî ziman ku ji bo bereket bikeve nava kulîçeyan ew berî çêkirina dua dike û wiha dewam kir:"Em hevîrê xwe dikin û heta hevîr hiltê em piştre dikin kulîçe. Dema em kulîçeyên xwe çêdikin em hêk û kuncî jî li ser dikin. Em tenûra xwe vêdixin û piştre kulîçeyên xwe lê dixin. Çêkirina kulîçeyan ji bo gelekî bi kêf e."   'Dema em li tama kulîçeyan dinêrin em westandina xwe ji bîr dikin'   Ayşanê diyar kir ku reşikên ku li kulîçeyan dikin jî ji bo rêviyên mirov jî baş in û wiha dawî lê anî:"Çêkirina kulîçeyan a havînî ne hêsan e. Divê mirov bi saetan li ber tenûrê bisekine ev yek jî ji ber germê zehmet e. Lê dema em li tama kulîçeyan dinêrin em westandina xwe ji bîr dikin. Ji xeynî cejnan jî em ji bo mêvanên xwe kulîçeyan çêdikin. Ev ji bo me kevneşopiyeke."