Jina bi awayekî sîstematîk tundî dît: Gelo li bende qetilkirina min in? 2020-07-24 09:10:22   Şehrîban Aslan   AMED - Jina bi navê A. ya bi salan rastî tundiya mêr hat, dest ji têkoşînê bernade û got diçe qerekolan lê kes wê guhdar nake û got ‘gelo li bende qetilkirina min in?’   Jina bi navê A. ku ji ber ewlehiyê navê xwe nade,yek ji jinên ku rastî tundiyê tê û di serlêdanên qerekolê de encamekê nagire ye. Bi dehan carî serlêdan kiriye lê encamek negirtiye. A got polîs her tim dibêjin ‘Tu çima hatî? ‘, ‘Biçe qerekolek din’.   A daxuyakirin ku hîna jî bi mêrê ku dixwaze dest jê berde re li heman malê dimîne û got: “Dayika min jî ji bavê min şîdet dît. Bavê min bi jinek din re jî zewicî. Bav û apê min bi salan şîdet li min kirin. Ji ber min pantolon li xwe dikir, ji ber derdiketim derve şîdet li min dikirin. Rojekê ez çûm cem mêrê ku niha hevjînê min e. Bav û apê min ez dîtim. Ez ji qatê çaran yên şaneşînê de avêtim. Ez bi mehan li erdê mam.Piştre hewl dan min bi kurê apê min re bizewicînin. Min jî dît ku nabe ez reviyam. Min nizanibû zewac jî çi ye. Ji bo ji şîdetê xilas bim reviyam.”   ‘Li şûna yên şîdetê pêk tînin, em ceza dikşînin’   A bi lêv kir ku mêrê ku pê re zewiciye jî şîdet lê kiriye û got: “Hişbir bi kar dianî. Têkiliya wî bi jinên din re jî hebû. Tevî min ev dizanibû min dengê xwe nekir. Psîkolojiya min xera bû. Ez nikaribûm biçim mala bavê xwe jî. Ez her tim bi tirs jiyam. Hevjînê min şîdet li min kir, min ew gilî kir lê 3 hezar TL ceza lê birîn. Li şûna ew ceza bikşînin em ceza dikşînin.”   ‘Biçe qerekolek din’   A daxuyakirin ku di meha sibatê de dîsa rastî şîdetê hatiye, li ser vê çûye qerekolê û got: “Mehek cezayê dûrxistinê danê. Piştî vê bûyerê ez rastî şîdeta birayê xwe jî hatim. Min û hevjîna wî pev çinî. Birayê min pê hesiya û hat ez bi kêrê birîndar kirim. Ewil min dengê xwe nekir û piştre min çû gilî kir. Lê polîsan got ‘biçe qerekolek din’. Hevjînê min pere ji tefeciyan girtibû.Tefecî hatin ber derê min. Min gazî polîsan kir. Mehek şûnde tefecî hat ber derê û bi hinceta min li hevjînê wî daye, ez gilî kirim. Ji ber parêzerê min tunebûn min nikaribû parastina xwe bikira. Dadgehê 3 hezar TL cezayê pere li min birî.”   'Dizan telefona min dizîn lê polîs eleqeder nebûn'   A destnîşan kir ku tiştên jiyaye bi vê jî ne sînor e û got: “Dizan telefona min dizî. Ez çûm qerekolê. Eleqeder nebûn. Ez yek bi yek li dukanên telefonan geriyam. Min ji polîs re got ku min dîtiye. Polîsan got dukanê gilî bike. Min jî got ez gilî nakim, yê diziye biriye daye dukanê. Polîs got tu birayê xwe gilî dikî lê tiştekî wisa nakî. Min jî got birayê min şîdet li min kiriye ji ber vê ez gilî dikim.”