‘Divê em li dijî dîktatoran dengê xwe bilind bikin’ 2020-07-20 09:13:04   Şehrîban Abi   QERS - Halîme Subaşi ya ji îşkenceyên 12’ê îlonê derbas bûye, bi qasî ku li dijî zexten dewletê ye li dijî zextên mêr jî têdikoşe. Halîme wiha dibêje: “Jin bi zexta bav, hevjîn, bira û zarokên xwe yên kur re tên dorpêçkirin. Divê em li dijî vê têbikoşin, li dijî dîktatoran deng derbixin.”   Şopên darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yî tevî 40 sal derbas bûye jî hîna li holê ne. Yek ji van jinên ku hîna şopa wan rojan li ser e Halîme Subaşi ye. Halîme wê demê 14 salî bû, hat binçavkirin û hatiye îşkencekirin. Halîme ligel zextên dewletê li dijî şîdeta mêr jî têdikoşe.   Di 14 saliya xwe de hat binçavkirin   Halîme Subaşi li Bazarcixa Dîgor ya Qersê dijî û di darbeya 1980’yî de hîna 14 salî bû. Lê şevekê di serdegirtinê de tê binçavkirin û tê îşkencekirin. Halîme dema pêvajoya binçavkirinê wiha vedibêje: “Gelek tiştên ez nikarim bînim ziman kirin. Van tiştan serê min netewand. Nikarin bitewînin jî.”   ‘Hem şîdeta dewletê hem şîdeta mêr’   Halîmeyê da zanîn ku zext û îşkenceyan ew ji fikrên wê nekiriye lê îşkenceyê fikrên wê zelaltir kirine û got: “Jin bi zextên dewlet û mêr re rû bi rû ne. Jin di bin navê ‘pereyê şîr’, ‘qelend’ de tên zewicandin. Gelek jin bi vî awayî dizewicin. Ez li dijî van bûyera me. Her tim mêran jinên ku dixwestin bi wan re bizewicin, tercîh dikirin. Lê min ev pergala qirêj xera kir. Min di temenê biçûk de di bin navê qelend de zewac qebûl nekir.”   ‘Bi têkoşînê em dikarin azad bibin’   Halîme debara xwe bi xwe dike. Bi şîrê ji çêlekên xwe digire debara xwe dike. Halîme wiha dibêje: “Ji ber vê min di zewaca xwe de zehmetî nekişand. Ez 56 salî me û min tu car li bêrîka mêran mêze nekir. Berovajî vê mêr ji min pere dixwaze. Lê hîna zext li ser jinan didomin û  zewicandina bi zor didome. Ger ku em li dijî van pêkanînan bi hev re têbikoşin em ê azad bibin.”   ‘Ji ber li dijî vê derketim bûm hedef’   Halîmeyê destnîşan kir ku ji ber li dijî pergala mêr serî hildaye bi bertekan re rûbirû hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min rojekê ji min re got ‘Li vî gundî şîrê te nekir 5 kuruş, jinên bê qelend dizewicin kes nirx nade wan’.Yanî gotinên ku mêr dibêjin, got. Min jî keçên xwe wisa mezin kirin û wisa zewicîn. Ji ber vê jî li gund ez bi bertekan re rûbirû hatim.”   ‘Divê em li dijî dîktatoriyê dengê xwe bilind bikin’   Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin li her derê bi zextên bav, hevjîn, bira û zarokên xwe yên kur re rûbirû tên û wiha dawî lê anî: “Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê em çûyîna sûkê wek azadyê nebînin. Azadî li dijî zîhniyeta mêr bi serhildanê pêkan e. Neqebûlkirina zextan e. Divê em li dijî dîktatoran dengê xwe bilind bikin.”