Halîde li dijî nêrîna zayendperest têdikoşe 2020-07-16 09:06:35   Şehrîban Abî   QERS - Halîde Hasanoglu ya li Bazarcix a Dîgor a Qersê dijî, beramberê keda xwe ya 14 salan li malê daye nabîne û li ser vê dest bi jiyana xebatê dike û dest bi qezenckirina pereyê xwe dike. Halîde ya ku 10 sale traktorê bi kar tîne wiha dibêje: “Min pêşdarazên zayendperest hilweşandin. Êdî dest jê berdanim.”   Jinên ji ber rolên zayenda civakî ji hemû qadên jiyanê tên derxistin û hepsê malê tên kirin, li dijî vê pergala ku mêran ava kirine, çîroka xwe dinivîsin. Yek ji van jinan jî Halîde Hasanoglu ya 33 salî ye. Halîde li bajaroka Bazircix a Dîgor a Qersê dijî. Halîde niha azadiya aboriya xwe girtiye dest û wek ajokara traktorê jî pêşdarazên wek ‘jin nikare bike’ hilweşand.   ‘Jiyana xebatê rola jinê ya malê naguhere’   Halîde piştî lîseyê di 19 salî de tê zewicandin. Halîde 14 salan li malê kedê dide û keda wê tu car nayê dîtin. Halîde wiha dibêje: “Dema zarokên min çêbûn temenê min biçûk bû û min gelek zehmetî kişand. Ez di ciwantiyê de bûm dayik. Ez keseke ku keda wê nedihat dîtin bûm. Piştî 14 salan şertên aboriyê xebat li min ferz kir. Ya girîng jî min xwest. Hevjînê min nedixwest. Tevî astengiyan jî min got ez ê bixebitim. 5-6 mehe di tekstîlê de dixebitim. Yanî xebata li derve jî mixabin rolên li malê naguhere.”   ‘Jin li gorî mêran kêmtir pere digirin’   Halîdeyê di berdewamiyê de got hem ji ber di jiyana kar de nû ye hem jî ji ber newekheviya mêr û jinê zehmetiyan dikşîne lê tu car şûnde gav navêtiye û wiha pê de çû: “Heta ez kar hîn bûm ez rastî heqeretan hatim. Ji sedî 70’ê tekstîlê jin in. Lê tevî vê nahêlin jin bibin hoste. Li wir jî keda jinan nayê dîtin. Jin li gorî mêran kêmtir mûçe digirin.”   ‘Ev mijarek civakî ye’   Halîdeyê daxuyakirin ku hem ji ber krîza aborî hem jî ji ber vîrusê debar zehmet bûye û wiha got: “Tevî hevjînê min dixebitî me nikaribû hewcedariyên xwe bigirta.Tevî keda em didin mûçeyê asgarî tê dayîn. Di vê mijarê de divê jin têkoşîna xwe mezin bikin. Ev newekhevî mijareke civakî ye.”   ‘Min pêşdaraz şikandin’   Halîdeyê her wiha bi lêv kir ku ligel jiyana xebatê, ev 10 sale jî traktorê bi kar tîne û wiha dawî lê anî: “Di demên ewil de ez gelek rastî gotinên weke ‘jin dikare traktorê bi kar bîne hatim’. Tevî vê min bi înat bi kar anî. Niha jinên gund bi traktorê dikarin biçin her cihekî. Bêguman wan jî heman rexne girtin. Lê destberdan tune. Tenê bila em bixwazin.”