'Xweza jiyana min geş dike' 2020-07-13 09:02:36   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jina bi navê Nehîde Muhemed her sibe giyayê bi navê Kember kom dike û pê debara xwe dike. Nehîde got: "Ez giyayê Kember li hemû gundên Şehbayê kom dikim û difroşim. Ez ji xwezayê hez dikim û xweza jiyana min geş dike."   Jin bi xweza û xweza jî bi jinê geş dibe.  Her çiqas sal û dem derbas bibin jî jin nikare dev ji xwezaya xwe ya bi hezaran salan pêve girêdayî maye berdê. Yek ji van jinan jî Nehîde Muhemed (45) ku dayika pênc zarokan ya ji Kantona Şehbayê ye. Nahîde ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar bûye ku ji Şehbayê derkeve û mîna rêwiyekê li her bajarî bigere. Yek ji wan bajaran jî Efrîn e. Nehîde 2 salan li Efrînê dimîne û di sala 2018'an de bi şêniyên Efrînê re koçber dibe û dîsa vedigere Şehbayê. Nehîde ji bo ku debara malbata xwe ya ji 7 kesan pêk tê bike, her roj ji sibehê heta nîvroyê giyayê bi navê Kember ji gundên Şehbayê kom dike, difiroşe û pê debara xwe dike. Nehîde têkîldarî vê xebata xwe ji ajansa me re axivî.    Nehîde di destpêka axaftina xwe de balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê yên girêdayî dewleta tirk êrîşî bajarê Şehbayê kirin rewşa me gelek zehmet bû. Hevjînê min di şer de birîndar bû û ez ji bo ku malbata xwe biparêzim ez koçber bûm. Ez her carê li gundekî bi cih dibûm, herî dawî jî çûm Efrînê, lê weke her car şer li pêy min bû. Dewleta tirk di sala 2018'an de bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê kir û ez ji wir jî koçber bûm û cardin vegeriyam Şehbayê."   'Xweza jiyana min geş dike'   Nehîde di dewama axaftina xwe de balkişand ser giyayê bi navê Kember û wiha domand: "Ji bo ku ez malbata xwe xwedî bikim min dest bi komkirina giyayê kemberê kir. Ez giyayê Kember ji hemû gundên Şehbayê kom dikim û difroşim. Ev giya ji bo nexweşiyên  weke jehirbûnê û îltîhabê tê bikaranîn. Dema bazirgan van giyayan dikirin jê dermanan çê dikin. Ez her roj siharê zû şiyar dibim û ji erdên ku Kemer lê şîn dibin heta nîvro nêzî kîloyekê kom dikim, difroşim û pê debara malbata xwe dikim. Ev kar ne hêsane lê ji ber ku ez ji xwezayê hez dikim tehemûl dikim û xweza jiyana min geş dike."   'Ez ê xwezayê biparêzim'   Nehîde herî dawî diyar ki ku ew ê herdem parastina xwezayê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kantona Şehbayê ji hemû aliyan ve dorpeçkirî ye. Ji ber wê her tişt gelek biha ye. Ez jî bi komkirina Kemberê debara malbata xwe dikim. Jiyana durî xwezayê nexweş e. Ji ber wê ez ê xwezayê biparêzim."