'Em bê cih û bê war man' 2020-07-09 09:05:06 Medya Uren AMED - Malbata Radieh Alihajjo ji ber şer ji gundê Helebê berê xwe dan Kobanê û piştre hatin Amedê. Radieh bi alîkariya cîranan jiyana xwe didomîne û got: "Jiyana koçberiyê her tim zehmet e. Niha em bê cih û bê war man. Ez niha 4 zarok û 5 neviyên xwe xwedî dikim. Her wiha kurekî min jî hem nexweş û hem jî astengdar e. Ji bo kurê xwe tedawî bikim pere hewce ye."    Radieh Alihajjo û malbata wê bi eslê xwe xelkê gundê Til Aran a ku girêdayî bajarê Helebê ne. Di 15’ê adara 2011’an de di navbera rejîma Beşar Esad û muhalîfan de pevçûn rû dide û ev şer dibe sedema koçberiya gelek welatiyan. Malbata Radieh jî berê xwe dide Kobanê. Piştî ku êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê destpê dike li vir jî derdikevin. Bi êrîşan re bi hezaran malbat berê xwe dan sînorên Tirkiyeyê. Piranî malbat li bajarên weke Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê bi cih bûn. Bi zêdahî ev malbat di nav şert û mercên dijwar de hewl dan ku bijîn. Radieh û malbata wê di vê deme de koçberê Amedê dibin.    Radieh li taxa Mevla Halît a Rêzana Amedê di şevneşînê de bi 4 zarok û 5 neviyên xwe re dijî. Radieh bi alîkariya cîranan hinek cihê ku lê dijî sererastkiriye. Dema em çûn ber deriyê Radiehayê, Radîeh bi dilek germ me pêşwazî kir û ji me re got: "Min ne mal ne milk bû, ez bi 9 zarokên xwe re bûm mêvanê Amediyan û ew xwedî li me derketin. Hewcedariyên me pêşwazî kirin.”    ‘Me cih û warê xwe terk kir'    Radiehê wiha behsa koçberiya xwe kir û wiha axivî: "Min 2 cih guher û Amed cihê me yê 3'yemîn e. Jiyana koçberiyê zehmet e. Çawa ku şer derket me xwe bi zorê  gihand Kobanê. Li Kobanê em di konan de man, li vir rewşa me ne baş bû. 2 zarokên min ên nexweş ji ber ku ne hatin tedavîkirin jiyana xwe ji dest dan. Şer bû sedema xizaniya me û mal û rihê me ji me stand. Piştî demekî DAÎŞ'ê êrîşê li me kir. Em neçar man ku warê xwe terk bikin. Me berê xwe da Amedê. Dema em hatin tiştekî me tunebû. Her car jiyan ji bo nûve dest pê dikir. Pere, cil û berg tiştek tunebû. Kurê min ên ku niha 30 saliye astengdar e. Ez niha hem kurê xwe yê astengdar xwedî dikim û hem jî ferdên din ên malê xwedî dikim."   'Ji bo tedawiyê pere pêwist e'   Radieh beriya 5 salan hatiye Amedê bi cih bûyê û bi alîkariya cîranan niha debara xwe dike. Kurê wê yê mezin jî piştî ku vîrûsa koronayê belavbû ji kar derketiye. Radieh, bal kişand ser nexweşiya kurê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê min nexweşiya sarayê pê re heye û astengdar e. Li gorî bijîşkên Helebê divê kurê min bê ameliyatkirin. Ji bo ameliyatê pereyek zêde hewceye. Rewşa me ya aboriyê niha destûr nade ku ez kurê xwe ameliyat bikim. Li vir li şûna derziyan bi heban tedawî dibe."   ‘Em dixwazin bijîn’   Radieh, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya civakê ya li hemberî koçberan û wiha bi lêv kir: "Li gelek deveran li hemberî koçberên Sûriyeyê nêzîkatiyeke ne baş heye. Bi gotinên ne baş re em rûbirû dimînin. Gelek ez naxwazim zarokên xwe derxim derve û yên derdorê xwe aciz bikim. Her wiha ez naxwazim zarokên min bi gotinên ne baş re rûbirû bimînin û rewşa derûniya van xirab bibe. Lê divê bê zanîn ku em zirarê nadin. Em dixwazin biçin welatê xwe lê derfetê me yê çûyînê jî nine. Em jî dixwazin wekî her kesî bijîn. Cîranên me ji me re dibin alîkar û em spasiya xwe tînin ziman. Bi alîkarî û piştewaniya cîranan em li ser piyan dimînin."