'Qeyûm pirsgirêka me piştgûh dike' 2020-07-05 09:57:38   ŞIRNEX - Şêniyên li taxên Hezexê yên sê hefte ye şaredariyê ava wan biriye diyar kirin ku şaredarî pirsgirêka wan piştguh dike û gotin," Ev nêzî mehekê ye av ji ser me qut kirine. Lê deynê ava ku me bi kar neaniyê ji me dixwazin. Em vê qebûl nakin."   Li Taxên Nû, Turgut Ozal, taxên Jêr û Jor ên navçeya Hezexê ya Şirnexê, ev 3 hefte ye ku av ji ser şênêyan hatiye qutkirin. Şêniyên van taxan ku di germa havînê de av ji ser wan hatiye qutkirin bertek nîşanî şaredariyê dan û gotin ku ew bi tankêran an avê distînin û yan jî ji bîran avê ji bo xwe peyda dikin. Jinên li van taxan rûdinên jî bertek nîşanî helwesta rayedaran dan û gotin ku bila pirsgirêka wan a avê demildest bê çareserkirin.   Jina bi navê Kumru Hacioglu, diyar kir ku 3 hefte ye bê av hatine hiştin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku av ji ser me hatiye qutkirin em pirgirêkan dijîn. Em carna bi tankêran avê distînin û carna jî em bê av dimînin. Ji ber ku av tuneye em nikarin tu karî bikin. Ji ber ku ji bo gelek karan av divê. Ji bê avî baxceyên me hemû zûha bûne. Şaredarî pirsgirêka me çareser nake. Em bang li rayedaran dikin ku pirgirêka me demildest çareser bikin.”   ‘Em xizmetê dixwazin’   Dayika bi navê Sînem Agnîr jî got ku ji ber av ji ser wan hatiye birîn jiyan ji bo wan gelek zehmet bûye û ev tişt anî ziman: “Ev nêzî 20 roj e av ji ser me hatiye qutkirin. Em çûn şaredariyê û me pirgirêka xwe ji wan re got.  Lê li dora 3 hefteyan e ev pirgirêk nehatiye çareserkirin. Ji ber ku av nayê em nikarin kinc, alav û serê zarokên xwe bişon. Her wiha Ji ber ku av hatiye qutkirin darên me hemû zûha mane. Navçeya me havînan gelek germe û dema ku av tune be jiyan zahmet tir derbas dibe. Şaredarî pirsgirêka me çareser nake. Em ji qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatiye kirin ne raz ne. Herwiha em tenê pirsgirêka avê najîn rêyên me jî tev hilweşiyane û şaredarî elqedar nabe. Şaredarî ji bo xizmetê ne lê her ku qeyûm hatiye tayînkirin tu xizmet ji me re nahatiye kirin. Em xizmetê  dixwazin.”   ‘Şaredarî pirsgirêkên me piştgûh dike’   Jina bi navê Nuran Ogûztaş jî bi lêv kir ku bi rojan e û bê av in, nikarin tu karî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarî  çareserî ji pirsgirêkên me re nabîne. Şaredarî pirsgirêkên me piştgûh dike. Em çûn şaredariyê ji bo avê, ji me re gotin em ê çareser bikin. Lê belê ev sê hefte ye pirsgirêka avê hîn nehatiye çareserkirin. Ji ber ku baxceyê me bê av ma ye axa wî hemû qelişiye û hemû darên me yên fêkî zuha bûne. Bi rojane me serê zarokên xwe neşûştiye. Ev sê hefte ye av nedane me, lê deynê ava ku nedane me ji me dixwazin. Em vî tiştê tu carî qebûl nakin. Me ev tiştê ji şaredariyê re jî got. Şaredariyê hîna pirsgirêka rê çareser nekiriye, dê çawa pirsgirêka me ya avê çareser bikin. Daxwaza me ku ava ji ser me hatiye qutkriin berdin.”   ‘Diziya gel dikin’   Dayika bi navê Cevahîr Yagbasan jî ev tişt got: “Bi hefteyan em pirsgirêka avê dijîn. Lê deynê ava ku me bi kar neaniye ji me dixwazin. Bila ava me berdin. Karê şaredariyê çareserkirina pirsgirêkan e. Em bi tankeran avê tînin. Karê malê, baxce, dar û sewalên me hemû bêavin. Em bi tenê ji bo vexwarinê dikarin biçin avê bînin. Şaredarî çima pirsgirêka me çareser nake? Em kesên li van taxan rûdinên çûn şaredariyê û me doza avê kir. Ji me re gotin depoyên avê xirabe ne em çêdikin. Çawa dibe ku li navendekê 3 hefte av  neyê dayîn. Şaredarî ji me re tu tiştî nake. Hikûmetê şaredarî deste ser kiriye û tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebite. Diziya gel dikin, lê pirsgirêka avê çareser nakin. Bila pirsgirêka  me çareser bikin.”   ‘Erdogan bi kevçî dide, bi çoçikê hildide’   Herî dawî jina bi navê Sekîna Akbaş axivî û wiha pê de çû: “Ava ku me bikar neaniye faturaya wê li me birîne. 150 TL deynê avê li me hatiye birîn. Ev nêzî mehekê ye av nedane me, çawa 150 TL deynê me çêdibe? Di warê ceryanê de jî em heman pirgirêkan dijîn. Erdogan di bin navê alîkariyê de got ez milyarek pere didim we. Lê 6 mîlyar li min û 6 mîlyar deyn jî li kurê min birî. Wekî hincet jî goti saeta we ya ceryanê nebaşe û ev deyn li me birîn. Ji ber ava ku nayê jî em gelek zehmetiyê dijîn. Em dixwazin demildest pirsgirêka me ya avê bê çareser kirin.”