‘Çêkiririna tenûran ked û sebrê dixwaze’ 2020-07-04 09:03:32   AMED - Ayşe Şenyigit ku 17 sal e debara xwe bi çêkirina tenûrê dike diyar kir ku divê jin li her qadên jiyanê bixebitin û hişmendiya civakê ya li hemberî xwe têk bibin.     Ayşe Şengiyit ku li gundê Kahbê yê Sûra Amedê dijî 17 sal e bi karê çêkirina tenûran mijûl e û pê dbera xwe dike. Ayşe dibêje ku ew ji serê sibehê ve dest bi karê xwe dikin û heta nîvro pê mijûl dibin. Piştre nêzî êvarê dîsa karê xwe berdewam dikin heta ku roj biqede.    ‘Karê me ked û sebrê dixwaze’   Ayşeyê di destpêka axaftina xwe de li ser çêkirina tenûrê axivî û diyar kir ku karê wan kedeke mezin dixwaze û got: “Em ji fabrîkayê ji bo tenûrên xwe axa spî (kilsê) distînin tînin. Gava ku em axa xwe tevlî avê dikin em li benda xwekişandinê dimînin.  Piştre ku xwe kişand hev ka, xwê û mûyên  bizinan jî tevlî dikin. Di dawiye de em bi nigan vî xercê me amade kiriye distirên. Her wiha bi keviran jî ser lêdikin ku tenûrên me qewîntir bibin. Karê me ked û sebrê dixwaze ji ber ku tu li benda ziwabûna  wê dimînî û bi keda dest tê çêkirin.”   ‘Em debara xwe bi vî karî dikin’    Ayşeyê anî ziman ku tenûrên xwe şandine gelek deveran û got: “Min karê xesûya xwe girt û 17 sal e di  vî karî de kedê didim. Tenûrên ku em çêdikin navdarin. Tenûrên pîrika Fato ji kê bipirsin wê bizanibin ku tenûrên me ne. Me tenûrên xwe şandine gelek gund, navçe û navendan. Em debara xwe bi vî karî dikin. Hevjînê min jî dixebite lê îsal ji ber qeyrana aborî bê kar maye û ji xwe re li kar digere.”   ‘Jin dikarin her karê bikin’   Ayşeyê her wiha li ser rewşa jinan jî axivî û got divê jin bi xebata xwe li ser feraseta civakê derkevin û got: “Berê de rewşa jinan ne wekî îro bû. Ewqas nedikariyan bikevin derve û di karekî de bixebitin. Lê îro jin dikarin her karê jî bikin. Dema jin dibêjin “ em ê bixebitin” civak û hevjînê wan nahêle lê dema nexebitin jî dibêjin " hûn serê sibê de heya êvarê rûdinin” ew nêrîn jî meriv aciz dike. Divê jin li her qadê jiyanê xwedî rol û misyon bibe û bi xebata xwe li ser feraseta civakê derkevin.”