Şêniyên gundê Kahbê: Ava me berdin 2020-07-02 09:02:32   AMED - Gundiyên gundê Kahbê yê Sûra Amedê ku ava wan hatiye qutkirin, pirsgirêka avê dijîn. Gundiyan destnîşan kirin ku ji ber ava wan qut kirine pêrîşan bûne û bang li rayedaran kirin ku demildest ava wan bê berdan.   Li Gundê Kahbê yê Sûra Amedê, şêniyên gund pirsgirêka avê dijîn. Şêniyan diyar kirin ku her sal ava wan tê qutkirin û niha ji ber vîrûsa koronayê bêhtir bi fikar in. Gundiyan anî ziman ku ji ber avê hemû karê wan hatiye rawestandin û ji ber pirsgirêka avê bi bîdonan mal bi mal li avê digerin û ji ava gundiyên ku bi derfetên xwe ji bo baxçeyên xwe av bidin derxisitne sûdê digirin. Şêniyên gund bang li rayedaran kirin ku pirsgirêka wan a avê çareser bikin.   ‘Ji ber pirsgirêka avê em nikarin tevdîran bigirin’   Nurşen Akbudak da zanîn ku nêzî hefteyek e ava wan hatiye birîn û got: "Em ne dikarin firaqên xwe bişon ne dikarin karên xwe bi awayekî rêkûpêk bikin.  Hevjînê min li nexweşxaneyê dixebite û dema ku tê divê xwe bişo.  Lê ji ber ku av kêm e ez avê tijî bîdonan dikim û didim ber tavê ku germ bibe.  Jixwe em nikarin xwe bişon, em nikarin serê zarokên xwe jî bişom. Tenê hevjînê min ji ber ku karê wî xetereye em wî her roj didin şûştin.  Jixwe fikara korona vîrûsê jî heye û em ji ber pirsgirêka avê nikarin tevdîrên xwe bigirin. Ez bang li rayedaran dikim ku bila pirsgirêka ava gundê me çareser bikin."   ‘Bi bîdonan mal bi mal digerin’   Ayşe Şenyîgît jî anî ziman ku ji ber pirsigrêka avê tu karê malê nikarin bikin û ev tişt got: “Ji ber pirsgirêka avê ne makineyên firaqan ne jî ya kincan dixebite. Hemû karî em dikin. Em kincên xwe bi xwe dişon. Em diçin ji cihên din bi bîdonan avê tînin. Em perîşan bûne. Bila rayedar dengê me bibihîzin."   ‘Bila êdî avê berdin’   Dayika Fatma Şenyîgît jî ji ber pirsgirka avê gazincên xwe kirin û got: “Bê av nabe. Em gundî ji ber pirsgirêka avê pêrîşan bûne. Em nikarin biçin tu dere jî. Hertim ji cîranên bi derfetên xwe av peyda kirine avê dixwazin. Êdî ava wan jî kêm bûye. Nexweşî jî heye em nizanin çawa bikin. Xelk guneh in. Çima avê bernadin. Bila avê berdin ku em jî hinekî rehet bikin.”