Hasret Atar: Romen jî parçeyek ji vê civakê ne 2020-06-23 09:05:15   AMED - Hasret Atar a bi eslê xwe romen e, li Sûra Amedê di nava cudakarî û xizaniyê de hewl dide ku bi zarokên xwe re bijî. Hasret, diyar kir ku ji ber cudakariyê zarok dev ji dibistanê berdan û got: "Her wiha ji ber nasnameyê zarokên me nikarin bixebitin. Em jî parçeyek vê civakê ne û divê me ji bîr nekin."   Gelê Romen bi eslê xwe ji Hîndîstanî ne û niha li 50 welatan bi cih bûne. Li gorî gelek çavkaniyan nifûsa wan di navbera 10 û an jî 14 milyonan de diguhere. Di sala 1971'an de cara yekem Kongereya Romen a Cîhanê li Londona Îngilistanê pêk hat. Ev kongre ji bo Romenan gavek girîng bû û cara yekem di qada navneteweyî de  temsîliyeta xwe pêk anîn. Zimanê wan ên dayikê jî Romanesî ye. Romen li Tirkiyeyê ji polîtîkayên bişaftinê para xwe girt û niha ziman bi windabûnê re rûbirû ye.  Niha ev ziman tenê ji hêla pîr û kalan ve tê axaftin û di navbera zarok û ciwanan de nayê axaftin.    Hasret Atar li Sûra Amedê bi 7 zarokên xwe re de di nava cudakarî, betalî û xizaniyê de dijî. Cudakariya ku li wan tê kirin bandorê li tevahiya jiyana wan dike. Hasret derbarê rewşa xwe de ji ajansa me re axivî.    Malbeteke dilnizm û dilgerm..    Li gorî texmînan li derdora Amedê 15 hezar Romen dijîn. Gelek jî wan li Sûrê bûn lê belê piştî pêvcûnan gelek romen malên xwe bar kirin. Em li kolanê Sûrê bûn mêvanên malbatekî. Malbat bi dilgermiyek me pêşwazî kir. Li malê du xwişk û du bira hebûn û nêzîkatiyeke pir di nizm hebû. Dayika wan Hasret Atar jî hat tevlî sohbeta me bû. Mirov didît ku zarok dilnizm û dilgermiya xwe ji dayika xwe girtiye.    'Em di nava xizaniyê de dijîn'   Hasret Atar, di sohbeta xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyanê. Hasret bi taybetî li ser helwestên cudakariyê rawestiya û got: "Berê em wekî koçberan digeriyan ev dem ji bo me xweş bû. Me ji xwe re cihek dîtin û li cir heta demekî em diman û pişt re jî me berê xwe dida cihek din. Niha em cihê xwe naguherînin. Lê belê pêvçûnên ku derketin bandora li me jî kir. Em niha dîsa li Sûrê dijîn lê belê em di nava xizaniyê de dijîn."   ‘Bila cudakariyê nekin"   Hasret diyar kir ku civat her tim li hemberî romenan pêşdaraz in û wiha dom kir: "Em her tim bi zext û zilmê re rûbirû man. Em her tim di navbera gelan de bi gefan re rûbirû man. Zarokên me ji ber nêzîkatiyên cudakariyê dev jî dibistanê berdan. Ji ber ku di dibistanê de ji bo zarokan digotin 'mirtib û qereçî'. Ev bandoreke neyînî li ser zarokan dikir. Ji ber vê jî piraniya zarokên me naçin dibistanê. Ne tenê dibistanê dema zarokên me bixwazin li cihek bixebitin bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Ji ber nasnameyê bêkar dîminin."   ‘Me ji bîr nekin’   Hasret di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên aboriyê û got: "Ji bo me tu carî alîkariyek taybet nayê kirin û her tim pêşdaraz nêzî me dibin. 7 zarokên min hene. Ji ber nêzîkatiyên bi vî rengî niha tu kes nikare bixebite. Em her roj difikirin ku em ê çawa debara xwe bikin. Em niha tenê di dawetan de def û zirneyê lê dixin, lê niha ji ber vîrûsa koronayê dawet jî tuneye. Em jî parçeyek ji vê civakê ne û divê em neyên ji bîrkirin."