Giyayê Çiyayê Şengalê derman e 2020-06-22 09:03:31   Almas Nayif - Viyan Said   ŞENGAL - Civaka êzîdî bi berhemên  xwezayi debara jiyana xwe dike û bi dermanên xwezayî tedawîya xwe dike. Şêniyên Şengalê ku bi fermanan re rûbûrû mane dîsa vegeriyan ser axa xwe ya pîroz û pêdiviya xwe dermanan jî ji berhemên xwezayê bi hev re peyda dikin.    Duh jinên Şengalê yên ji bo dermanê xwezayî li hev civîyan berê xwe dan cihê pîroz Qûbeya Amedîn. Di nav civaka Êzîdiyan da cih û warên pîroz ji ber tên parastin civak jê pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda dike. Yek ji wan  berhemên pîroz jî darên Kizvanan ên li dora Qûbeya Amedîn in. Wekî her carê vê carê jî bi vê minasebetê gelek jinan berê xwe dan wir û ji bo benîşta kizvanê kom bikin bi destê xwe li ber darên Kizvanan ji bo benîşt tê keve wan bi herîya sor tasik çêkirin.  Jinên ku bi destê xwe tasik çêkirin diyar kirin ku ev projeya dermanê xwezayî ye ku jinan berê bi destê xwe ji vî benîştî derman çêkirine û xizmeta şêniyên şengalê kirin. Piştî ku ev tasik li ber daran hatin çêkirin wê heta 10 rojan bi benîştê ji darên kizwanan tijî bibin û wê jin bên  vî benîştî kom bikin.    'Ev çanda bapîr û dapîrên me ye'   Li ser çêkirina dermanê xwezayî yê li Şengalê tê çêkirin Meyan nasir nêrîna xwe parve kir û got: “ Em îro hatine ber Qubeya Amedîn ji bo beniştê darên kizwanan. Beniştê kizvanan ji nexwezşiya mîde ra gelek başe. Em wek civak  ji berê de bi dermanê xwezayî tedawiya xwe dikin. Bav û kalen me derman çêdikirin me jî benîşt kom dikir. Ev vî karî ji wan fer bûn. Em daran dikolin  û beniştê ji wan dertê bi şiringê dikişînin. Her wiha bi sê cureyên giya re tevli hev dikin. Ev çêkirina beniştê kezvanan heta meha heftan didome .”   'Ev benîşt derman e'   Meyan Nasir di dawiya axaftin xwe de ev tişt got: “ Ez bi xwe daxwez dikim ku her mirov me beniştê çêkiriye bi kar bîne û ji nexweşiyê xilas b. Em ji bo  tipa dermanên xwezayî vî benîştî çêdikin. Jı bo civaka me çi ji destê me bê em ê çêbikin. Ji xwe giyayê çiyayê Şengalê hemû dermane.”