Çîroka kesên ketin pey jiyaneke watedar... 2020-06-15 09:08:16   WAN - Leyla Atabay ku got ‘Li şûna hezar sal bê wate bijîm, ez ê rojekê watedar bijîm’ û li pey azadiyê çû, 24 sale li girtîgehê ye. Eyne Atabay ku her tim li pişt keça xwe bû wiha got: “Ya min ev e; hewl didim hêjayê têkoşîna keça xwe bim.”   Eyne Atabay, yek ji dayikên ku wek çiya li pişt têkoşîna zarokên xwe ye. Eyne Atabay, têkoşîna keça xwe Leyla Atabay ya ku 24 sale girtiye, dimeşîne.   Eyne û malbata xwe ji Ebex a Wanê di 1976’an de ji ber erdhêja pêk hat ji gundê Kele koçî Wanê dikin. Leyla wê demê xwendekara lîseyê bû û gelek ji pirtûkan hez dikir. Leyla li dibistanê jî serkeftî bû û her tim di lêgerînekê de bû. Leyla rojekê nîşeya ‘Li şûna hezar salî bê wate bijîm, ez ê rojeke watedar bijîm’ dihêle û ji malê vediqete. Leyla piştî demekê di operasyonekê de tê binçavkirin û girtin. Eyneyê da zanîn ku keça wê li dijî neçareseriya ku hatiye ferzkirin, têkoşîn daye û got: “Ji bo jiyanê watedar bike derket vê rê û ev 24 sale jî di nav çar dîwaran de tê girtin.”   ’24 sal temeneke’   Leyla piştî tê girtin cezayê muebetê lê tê birîn. 15 salan li girtîgeha Muşê a Jinan dimîne. Di 2011’an de jî surgunê girtîgeha Tîpa E ya Erziromê tê kirin. 2 sal şûnde surgunê Bayburtê û piştre jî surgunê Elbîstanê tê kirin. Nîvê zêdetir jiyana wê li girtîgehê derbas dibe. Dayika wê Eyne diyar dike ku 24 sal temeneke û got: “Di dema herî xweş ya jiyana xwe de hat girtin, wek bi hezaran ciwanên Kurd di nav çar dîwaran de hat heps kirin.”   Pirtûkên ku keça wê nivîsiye dixwîne   Leyla sê pirtûkên bi navê ‘Nasnameya Konjonkturel(Saîd-Kurdî, Saîdî Tirkî, Saîdê Erebî), ‘Şikefta Fîlozofiyê’, ‘Mirovê xwe ji bîr dike’ derdixe. Eyne ku pirtûkên keça xwe dixwîne, wiha dibêje: “Ji bo ez tiştên ku keça min jiyaye bizanibim divê pirtûkên wê bixwînim. Her ku min xwend nêrîna min jî guherî. Ji bo vê ez xwe bi şans dibînim. Dema me de xwendina zarokên keç şerm dihat dîtin. Lê Leylayê hewasa min ya xwendinê dizanibû. Leylayê tiştên li dibistanê hîn dikir dihat fêrî min dikir.Min xwendin û nivîsandin bi saya Leylayê fêr kir.”   ‘Divê jin lêpirsîn bikin’   Eyne daxuyakirin ku jiyana wê bi têkoşîna keça wê guheriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê jin lêkolîn bikin û xwe bi rolên ji wan re hatiye danîn sînor neke. Jin ji derveyê jiyanê tên girtin. Bila jin ji mêran şûnde nemînin. Bila xwe nedin alî. Divê jin cîhanê, jiyanê lêpirsîn bikin.”   Bi îlhama ji keça xwe girt helbest nivîsî   Eyneyê wiha dawî lê anî: “Ez 24 sale di riya keça xwe de me. Hewl didim hêjayê keça xwe bim. Helbestan dinivîsim. Dema diçûm serlêdanên wê min digot gelo wê sal biqedin, wê temen biqede. Hîna jî neqedya. Hîna jî diçim têm. Divê ez hêjayê keça xwe bim. Keça min tiştekî şaş nekir. Ez serbilindim. Têkoşîna min ji bo ku ez hêjayê keça xwe bim e. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em dixwazin bi zarokên xwe re bijîn. Em darizandinek adîlane dixwazin. Rojên xweş nêz in.”   Helbesta ku Eynê nivîsiye wiha ye:   “Dayîka min î dil awazî, Qêrîna teyrê bazî,   Te li dinyayê kir gazî, Qey tu ji xwe re tiştek naxwazî,   Hemû wek hev dibêjin hemû wek hev dixwazin,   Nabêjin Kurd û Tirk û Ereb û Laz î.”