'Ez dixwazim bi hesretek mezin axa xwe hembêz bikim' 2020-06-14 09:08:57   Safiye Alagaş   STENBOL - Emîne û Şakîrye yên ji ber ferzkirinên cerdevaniyê neçar man ku koçî Stenbolê bibin û diyar dikin ku wan ji bo jiyanek bi rûmet têkoşîn dane û dixwazin ku vegerin gundên xwe.   Di salên 90’’i de ji ber polîtîkayên dewletê ji bajarên kurdan koçberî dest kir û gihaşt astek jor. Ji ber ferzkirinên cerdevanî, binçavkirin û kuştinên kiryar nediyar di wan salan de bi dehzaran kes neçar man koçî metropolan bikin. Emîne Erbek û Şakîrye Akad jî ji ber neçariyê koçber bûn.    Emîne Erbek û hevjînê xwe yên li gundê Yatagankaya ya Guçlukonak a Şirnexê dijiyan, ji ber ferzkirinên cerdevaniyê neçar dimînin koç bikim. Emîneyê diyar kir ku hevjînê wê goti ye ‘ez birçîna bimrim jî cerdevaniyê nakim, li dijî birayên xwe çekê nagirim’ û piştî vê me koç kir. Emîne diyar dike ku tên taxa Kanarya a Kuçukçekmeceyê dijî. Emîne diyar dike ku katek nivîn jî negirtine û neçar mane ji gund derkevin. Hevjînê wê li Stenbolê di înşatê de dixebite.   Tevlî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê dibe   Emîne destnîşan dike ku ji ber zimanê Tirkî nizanibû jî rastî heqeret û biçûkxistinê hatine û got: “Rojekê min pirsek pirsî û jinekê got ‘keseke ziman nezan’. Xwediya xaniyê min jî kurd bû. Min got ev dibêje çi. Xwediya xaniyê min li wan hêrs bû û got ‘em zimanê xwe dizanin, em xwedî li maf û zimanê xwe derdikevin’.”   Emîne ku hewl dide ji bin şertên giran yên li Stenbolê rabe, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî jî dikeve hewldanê. Salek di hatina wan de derbas dibe bar dikin taxa Bayramtepeyê. Emîne li wir şevneşîneke digire û hema ji xwe maşîneyeke dirûnê digire û dest bi dirûnê dike. Emîne ku têkoşîna jiyanê dide biçe ku derê jî zextên dewletê dibîne. Di 1996’an de bavê Ahmet Kaya tê binçavkirin û windakirin. Emîne êdî malbata windaye û ligel têkoşîna jiyanê li cenazaya bavê xwe digere. Piştre tevlî Dayikên Şemiyê û piştre jî Meclîsa Dayikên Aştiyê dibe.   ‘Divê min zarokên xwe biparasta’   Emîne her wiha ji bo zarokên xwe ji metropolê biparêze jî hewl dide û wiha dibêje: “Keda herî mezin zarok in. Divê min ew bidana xwendin. Divê me xwe ji Stenbolê biparasta. Ji bo zarokên me hişbirê bikar neynin, nebin diz, nebin berdoş me têkoşîn da û me her tim kurdbûn bi wan da bibîrxistin. Kurekî min di lîseyê de ji ber kurdbûnê ji dibistanê hat avêtin.” Emîneyê diyar kir ku wan gelek bêriya gund û axa xwe kirine û wiha pê de çû: “Mirov tu dibin, diçin ser kaniyekê avê vedixwin. Hesret û bêrîkirina min ya axa min jî tiştek wisa bû. Ez dixwazim bi hesretek mezin axa xwe hembêz bikim.”   ‘Zextên leşkeran ji bîra me naçe’   Şakîrye Akad jî li gundê Kurukoy a Nisêbîn a Mêrdînê dijiya û ji ber ferzkirina cerdevaniyê koç dikin. Şakîrye û malbata xwe di 1992’an de koçî Nisêbînê dikin. Şakîrye bi lêv dike ku zextên leşkeran tu car ji bîra wê naçe û bi xemgîniyeke mezin dibêje ku gundên wan hatiye şewitandin. Şakîrye di 2006’an de dizewice û ji ber pirsgirêkên aborî bar dike Stenbolê.   ‘Dema hîndibûn ku em ji Mêrdînê ne xanî nedidan me’   Şakîryeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ewil ligel xizmên xwe bicih bûne û got: “Em du mehan li xanî geriyan. Digotin ‘hûn ji ku ne’. Dema me digot em ji Mêrdînê ne digotin em nakin. Me xaniyek kirê kir lê ne xanî bû ku mirov têde bijîn. Xwediyê xanî digot ‘çima mîvanên we tên bila neyên’. Piştre du zarokên min çêbûn, digot ‘tu çima zarokan çêdikî’. Yanî ev maf jî bixwe re didît. Ez ji mala xwe ji gundê xwe bûm.”   ‘Em dixwazin vegerin’   Şakîrye wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Ji ber em kurdî diaxivîn em qebûl nedikirin. Min dixwest ku perwerda kurdî jî hebe. Dîsa jî zarokên min kurdî dizanin. Em dixwazin dîsa vegerin gundê xwe. Ez kulmek axa gundê xwe bi Stenbolê naguherim. Ez gundê xwe qet jibîr nakim. Em carnan havînê dikin. Ez çiya û baniyan temaşe dikim. Aram dibim. Xwezî wisa nebûyana.”