Dayika Aştiyê Leyla Aslan: Bila ciwan nemirin 2020-06-07 09:08:16   AMED - Li Kurdîstanê di pêvajoyên herî giran de dayikên kurd ji bo aşitiyeke mayînde bi salane tedikoşin. Leyla Aslan jî yek ji van dayikan e ku di bin banê Meclisa Dayikên Aştiyê de têkoşînê dide ye. Dayika Leyla anî ziman ku wan her tim destê xwe dirêjî aşitiyê kiriye, lê ev dest hertim paşve hatiye dayîn û got:” Bila  ciwan nemirin.”   Li Tirkiyeyê û Kurdistanê di pêvajoyên herî zor û zehmet de bi salane pêşengiya têkoşîna ji bo azadî û aşitiyê  Dayikên Aşitiyê dikin. Yek jî van dayikan jî dayika Leyla Aslan (60) e. Dayika Leyla 15 sal e ji bo aşitiyeke mayînde li Amedê di nav xebatên Dayikên Aşitiyê de cih digire. Dayika Leyla di pêvajoyên herî giran de barê aşitiyê hildaye ser milên xwe  û heta roja me ya îro ji bo aşitiyeke bi rûmet  tekoşîn daye û têkoşîna xwe didomîne. Dayika Leyla diyar  kir ku di şert û mercên herî giran de wan aşitî xwest û got ku ew bizanibe  ku wê di oxira aşitiyê de çûyina wan hebe, hatina wan nebe jî ew ê dîsa ji dev ji têkoşîna xwe bernedin.    ‘Li gel hemû zilm û zordariyê min tu caran şer nexwest’   Dayîka Leyla diyar kir ku di nav şert û mercên herî giran de wan li ber xwe da û wiha qala xwe kir:”Ez li  gundekî girêdayî navçeya Hezzoyê hatime dinê. Piştre jî ji wir em derbasî Sasonê bûn. Ez  di 14 saliya xwe de  hatim zewicandin.  Di temenê 22 salî de bûm dayika 4 zarokan. Li gund  her kar li ser pişta min bû. Her karek min dikir. Min her tim digot bextê mêran tune ye. Min pir zehmetî kişand. Dema ku ciwan bûm û dayika 4 zarokan bûm hevjînê min di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da barê malê û 4 zarokan ma li ser milên min û min gelek zahmetî kêşan. Ji sala 1990'Î heta 93’an em li gundekî girêdayî Ferqînê  man. Di wan 3 salan de leşkeran  her roj bi ser mala me de digirtin. Rojekê li gund pevçûn derket. Jinên li gund hemû li malekê kom bûn. Di wan salan de zarokê min ê herî biçûk jî  3 salî bû. Leşkeran derdora gund girtin  û ji min û zarokê min re bi tirkî gotin “Li gund terorîst hene” kurê min ji bi tirkî  jê re got min tiştek nedîtiye. Dema ku kurê min ev bersiv da leşker êrîş kir. Dema ku êrîşî lawê min kir,ez jî ji  vê yekê hêrs bûm û min bertek nîşan da. Dema ku min bertek nişanda kulmek li min dan. Piştre navê min hildan. Bi qasî salekê ez ji malê derneketim. Li gundê Ferqînê xizmên me tûne bûn. Min jî biryar da ku ez zarokên xwe bibim biçim gundê xwe. Dema ku ez çûm gund di wê rojê de gundê me hate şewitandin. Ev 26 sal e ez li Amedê me.  Li dijî hemû,zilm û zordariyê min tu caran şer nexwest. Me dayikan di her şert û mercan de got aşitî û ev 15 sal e jî ez di nav Dayîkên Aşitiyê de  têkoşîna xwe bênavber didomînim.”   ‘Em her tim  ji aşitiyê re amade ne’   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe dest nîşanî têkoşîna dayikan kir û got ku di pêvajoyên herî giran de dayikan pêşengtî kir û got:” Di dema grevên birçîbûnê de em dayik di hedefa dewletê de  bûn. Tu salan bi qasî van salan daxwaza aşitiyê evqas nehat binpêkirin. Di pêvajoyên herî giran de dayîkan pêşengtî kir. Di her wextê de me  destê xwe dirêjî aşitiyê kir. Lê mixabin dewletê her tim destê aşitiyê paşve da. Di her şert û mercan de em jî aşitiyê re amade ne. Em dikin nakin pêşiya me digirin. Em ji aştiyê re amade ne. Ez nexweş im lê dema ku ez têm Meclisa Dayikên Aşitiyê ez nexweşiya xwe ji bîr dikim.”   'Em ê her daxwaza xwe dubare bikin'   Leylayê bi domdarî anî ziman ku ew bizanibin dê di oxira aşitiyê de bimrin jî ew ê dîsa ji dev ji têkoşînê bernedin û ev tiş anî ziman:” Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em li pey têkoşîna zarokên xwe û gelê xwe ne. Ji bo xatirê wan em dibêjîn bila xwîn nerije.  Em destê xwe dirêj bikin, destê me jê bikin jî em ê dîsa destê xwe dirêj bikin. Em dîsa dibêjin bila mirin nebe,kuştin nebe û bila girtin nebe.”   ‘Bila  ciwan nemirin’   Dayika Leyla axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bila  jin tev bibin yek û bi daxwaza aşitiyê û azadiyê biherikin qadan. Hemû jinên cîhanê bila biherikin kolanan û bibêjin em  ji gelên cîhanê re aşitiyê dixwazîn.  Bila tu mirov neyên kuştin û nemirin. Ne heyfe ku ciwanên me dikevin bin erde. Bila  ciwan nemirin.”