'Ajalvanî zahmet e lê çavkaniya me ya debarê ye' 2020-06-04 09:04:41   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Şêniyên gundê Elemûn ê Qilebanê herî zêde debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Jina bêrîvan a bi navê Fatma Olmez ku li heman gundî dimîne diyar kir ku ajalvanî zahmet e lê çavkaniya wan ya debarê ye.    Jinên bêrîvan ên li gundê Elemûn ê Qilebana Şirnexê ku nêzî Herêma Felderal a Başûrê Kurdistanê ye, debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Jinên bêrîvan her roj serê sibehê berê xwe didin qada Şîva Sîvoka ku ji gund 2 kîlometre dûre,  pez û bizinên xwe didoşin. Bêrîvanên ku serê sibehê bi erebeyan tên pez û bizinên xwe didoşi carekedin vedigerin malên xwe. Jina bêrîvan a bi navê Fatma Olmez(62) ku debara xwe bi ajalvaniyê dike anî ziman ku karê dikin gelek zehmete lê got li gund jî xeynî ajalvajiyê nikarin tu tiştekî din bikin.    Fatma, anî ziman ku  dayik û pîra wê jî di demên berê de bêrîvanî kirine û got zaroktiya wê jî di nav bêrîvanan de derbas bûye. Fatma wiha got: “Bêrîvanî ji bo me gelek girînge. Ji ber ku dayik û pîrên me jî heman kar dikirin, ev ji bo me wekî çandekê ye. Em dest ji çanda xwe bernadin. Jiyana me ya gund gelek zehmete. Hemû kar û bar li ser pişta jinê ye. Li gundê me herî zêde ajalvanî tê kirin. Em jî bi ajalvaniyê debara xwe dikin.”   ‘Bi giştî nêzî keriyekî ji 500 bizin heye’   Fatmayê, diyar kir ku ew serê sibehê zû radibin, berê xwe didin qada Şîva Sîvoka ji bo pez û bizinên xwe bidoşin û wiha domand: “Em serê sibehê jinên li gund hemû bi hev re radibin û tên bizinên xwe didoşin. Yê min tenê çend bizinên min  hene.  Bi giştî li vê derê keriyekî ji 500 bizin pêk tê heye. Em serê sibehê carekê û êvarê carekê bizinên xwe didoşin. ”   ‘Em bizinên xwe ji dûr ve nas dikin’   Fatmayê, di  domandina axaftina xwe de got ku pezê hemû bêrîvanan di nav hevdû  de ne û ev tişt got: “Hemû jinên bêrîvan bizinên xwe nas dikin. Hin bêrîvan jî bizinên xwe nîşan dikin. Ji ber ku ev bizin li ser destên me dizên em wan baş nas dikin. Loma dema ku em didoşin em wan tevlihev nakin. Ez ji dûr ve jî bizinên xwe nas dikim. Ez nêzî 20 salin bêrîvaniyê dikim.”   ‘Em mast, penêr û şîrê zêde jî difroşin’   Fatmayê, di dawiya axaftina xwe de got ku ew her roj li gel gelek jinan  bêrivaniyê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zivistanan em pezê xwe di hundir de xwedî dikin. Dema bihar tê em derdixin derve. Em şîrê ku ji vir dibin dikin mast û penêr. Dema ku şîrê me zêde be jî em carna difiroşin û carna jî  dikin mast û penêr û piştre difiroşin. Ji xeynî bêrîvaniyê jî em karê malê dikin. Em li vir 11 jinin û her roj bêrîvaniyê dikin. Em xwedî li çanda xwe derdikevin û dixwzin ku her kes xwedî lê derkeve.”