Gundê 30 sal berê hat valakirin ji nû ve tê avakirin 2020-05-27 09:01:32   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Gundê Îde ku 30 sal berê ji hêla dewletê ve hatibû valakirin niha careke din ji hêla gundiya ve tê avakirin. Lê gundê ku tê avakirin  ne riya wî û ne jî ceyrana wî heye. Gundiyan bang rayedar kirin ku piştgirî ji wan re bê dayîn.   Li Kurdistanê di  salên 90'î de li gel polîtîkayên qirkirinê li gundiyên kurd cerdevanî hatibû ferzkirin û bi dehan gundên ku şêniyên wan cerdevanî qebûl nekirin hatibûn valakirin û bi dehan gund jî hatibûn şewitandin. Bi valakirin û şewitandina gundan re koçeke mezin ji gundan ber bi bajaran ve dest pê kir û bi vê koçberiyê re  polîtîkayên bişavtinê jî ketin dewrê. Yek ji gundên ku di salên 90’î de bi darê zorê hat valakirin jî gundê Îde yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Gundiyên ku ji gundê xwe hatin koçberkirin, li gundê bi navê  Dereva Seyîdan bi cih bibûn. Li gel ku di ser vê hovîtiya hat kirin re 30 sal derbas bûn jî hîna şêniyên gund di çûyîn û hatina gund de zehmetiyê dikşînin. Ji ber ku heta niha ji hêla rayedarên  dewletê ve  ne riya gund hatiye çêkirin û ne jî ceryan li gund heye. Gundiyên ku her serê sibehê ji bo çandinê û bêrîvaniyê ji  gundê Dereva Seyîdan bi kîlometran  rê diçin di van rêyan de bi talûkeyên herî mezin re rûbirû dimînin.   '6 salan ketina gund li me hat qedexekirin'   Der barê  pêvajoya  valakirin û avakirina gund de  Meryem Ercag axivî. Meryemê diyar kir ku ji ber rê û ceyrana gund tune ye ev 30 sal e ew li benda avakirina gundin û wiha got:" Jiyana me pir xweş bû. Pezê me hebû, me çandinî dikir û jiyana me bi keda ku me dida derbas dibû. Em diçûn zom û zozanan. Her hilbirînek, her pêdiviyek bi destanên me bû. Ji ber wê tendûristiya her kesî di jî cih de bû û pirsgirîkên tendûristiyê tune bûn. Lê zilma dewletê qet ji ser kurdan kêm nedibû Gelê Kurd ku zordariya heyî qebûl nekir, serî hilda. Dewletê jî ev serhildan qebûl nekir cerdevanî ferz kir.Di salên 90'î de gundê me hat valakirin. Piştî ku gundê me hat valakirin, em li gundê Dereva Seyîdan hatin bicihkirin. Bi qasî 6 salan ketina gund li me hate qedexekirin.  Piştî ku  6 sal derbas bûn, em hatin gund. Lê êdî  tu kesî xwe di ewlehiyê de hîs nedikir.”    'Ceyrana gund tune ye û rê tüne ye’   Meryemê di berdewamiya axaftina xwe de  da zanîn ku bi qasî 6 salan ketina gund ji wan re hate qedexekirin û got ku bi salane ew li benda çêkirina riyên gundin û wiha pê de çû:"  Di destpêkê de herkesî  ji ber zextên dewletê hatina gund qebûl nekir. 30 salin em li gundekî din dijin û her serê sibehê dikevin rê tên gundê xwe. Niha em dixwazin gundê xwe ava bikin. Hêdî hêdî li gund avahî tên çêkirin. Lê di avakirinê de em zehmetiyê dikşînin. Ji ber ku di dema valakirina gund de ji gund gelek kes çûn Mersîn û  başûrê Kurdistanê. Ceyrana gund tune ye,şebeke tune ye, riya gund tune ye. Derfetên me tune ne. Me ewqas daxwazname şandin, em ewqas çûn şaredariyan me alîkarî xwest tu kesî alîkariya me nekir û ne ceryan anîn ne jî rêya gund çêkirin. Bi salane em wisa dijîn. Niha li gund 6 mal hatine avakirin, ên ku li gund avahiyên wan tune ne jî, ji nêçariya xwe her roj serê sibehê zû radibin û di riyên herî talûke re tên gund."    'Em rê û ceryanê dixwazin'   Meryemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji çandiniyê heta çêrandina pez her kareke wan li gunde û banga alîkariyê kir ku ji gund re ceyran bê dayîn û rêyên gund bên çêkirin. Meryemê wiha dawî li axaftina xwe anî," Gundê me pir xweşe. Li her devera wî av diherike. Çavkaniyên avê li vir pir in. Her karekî me li vir e. Çandiniyê em li vir dikin. dema ku ji me kesek dimre em tinin li vir defin dikin. Em ji gundekî din tên gundê xwe. Li wî gundî tu karê me tune ye. Em ji neçariya xwe li wir în.Ji ber ku demsala zivistanê em nikarîn bên gund em li wir dimînin. Em di wê demsalê de pezê xwe li vir xwedî dikin, ew jî ji me re dibêjin ji gundê me derkevin. Gundê zivistanan asê ye. Ne ceyran heye, ne jî rê ya wî heye. Xwedê neke yekj ji me  li vir bimre jî heta 10 rojan haya kesekî wê  pê tune be. Ji ber ku hem dure û hem jî derfet tune ne. Vekirina rêya gund ne zehmete. Em  dixwazin ku ji bo em gundê xwe ava bikin ji gundê me re ceyran û rê bînin.”