Çîrokek koçberiyê ya ji Kabîlê heta Enqereyê: Em naxwazin heman êşan dîsa bijîn 2020-05-19 09:13:00   ENQERE - Fatma Nezîrî ya piştî êrîşa bombeyî ya Talîban birîndar bû û ji bo dermankirinê neçar man koçî Tirkiyeyê bikin, li Enqereyê jî şahidiya êrîşa bombeyî dike. Fatmayê da zanîn ku li Tirkiyeyê jinên penaber du caran zehmetiyan dikşînin û got erdnîgarî cuda bin jî şopa şer li ser jinan e.   Fatma Nezîrî penabera Afgan e û ji ber rewşa welatê xwe neçar dimîne koçî Tirkiyeyê bike û li Enqereyê bicih dibin. Fatma li Kabîlê ku di Midûriyeta Îdareya Hilbijartinê de memûr bû di 2014’an de 11 roj ji hilbijartinan re mabû di êrîşa bombeyî ya Talîban de birîndar bû.Fatma ku bi giranî birîndar dibe, li welatê xwe derfetê dermankirinê nabîne koçî Tirkiyeyê dikin. Ev 4 sale li Enqereyê dijîn. Fatma bi gelek jinên Afgan re li Komeleya Cîhan Mala sabunan çêdikin.   Fatma û gelek jin li komeleyê dixebitin. Jin sabûn û mertalên parastinê çêdikin. Fatma yek ji van jinane û der barê çîroka xwe de axivî.   ‘9 gule li bedena min ket’   Fatmayê der barê mijarê de wiha got: “Ez li saziyê dixebitîm. Kafîleyek turîstan ya 5-6 kesî hat. Di vê navberê de endamekî Talîban yê bombeyê zindî bû xwe teqand. Her der wêran bû. Min xwe xist dolabê. Piştre mirov ber bi ofîsa me hatin. Endamên Talîban dîtin ku ez di dolabê de me. Bi çekan êrîşê me kirin. 9 gule li bedena min ket. Her derê min parçe bû. Çeng û hemû diranên min çûbûn. Dermankirina min li wir ne pêkan bû. Ji ber vê hatim Tirkiyeyê.   ‘Roja hatim Enqereyê êrîşa bombeyî pêk hatibû’   Fatmayê daxuyakirin ku roja hatiye Tirkiyeyê jî bûye şahida êrîşa bombeyî û got: “Me got me xwe xilas kiriye lê mixabin wê rojê êrîş pêk hat. Her wiha darbeya 15’ê Tîrmehê hat jiyîn ev tu car nayên jibîrkirin. Em êdî nikaribûn vegerin welatê xwe. Min hemû pereyê xwe da dermankirinê. Zarokên min li vir çûn dibistanê. Zehmetî kişandin. Ez û hevjînê xwe xebitîn. Me garsonî kir. Karên din kir. Mİn nexweş û dirûn kir. Min paqijî kir. Piştî vîrusê dest pê kir, Komeleya Cîhan Mala me ye piştgirî da me û em li vir mertalên parastinê çêdikin.”   ‘Jinên penaber du caran mexûr dibin’   Fatmayê her wiha balkişand ser zor û zehmetiyên penaberan û got: “4 sale li vir im. Me gelek zehmetî kişand. Zaroka min ya herî biçûk 2 salî bû. Hemû zarokên min biçûk bûn. Zaroka min ya herî biçûk şîr dixwest, min nizanibû ku em biçin ku bigirin. Piştre zarokên me Tîrkî hêdî hêdî fêr bû. Ziman û çanda me cuda bû. Jin du car zor û zehmetiyan dikşînin. Li Tirkiyeyê ji ber me ziman nizanibû em gelek caran hatin xapandin. Carekê pasaportên me ji destên me hatin girtin. Ez bang li hemû Tirkan dikim. Em jî mirovan in, cîhan mala me hemûyan e. Eziyetê bi me nekin. Em gelek pirsgirêk jiyan. Êdî em nikarin êşê   bikşînin. Êdî me qebûl bikin.”