‘Mafê me tune em ked û salên xwendekaran bidizin’ 2020-05-18 09:11:00   WAN - Endama Egîtîm Senê Ozgur Çelîkkalelî diyar kir ku YKS piştî ku vîrus bi giştî qedya şûnde divê bê kirin û got: “Ji bo roja ezmûnê xwendekar pirsgirêkan nejîn û amadekar bin, me pirs pirsîn lê rayedaran hîna bersiv nedane. Tu mafê me tüne ye ku em ked û salên xwendekaran bidizin.”   Serokomar Tayyîp Erdogan, diyar kiribû ku Ezmûnên Saziya Hîndekariya Bilind (YSK) li şûna dîrokên 27-28’ê Tîrmehê wê di 27-28’ê Hezîranê de pêk bê. Piştî vê Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egîtîm Sen) di 8’ê Gulanê de kampanya îmzeyan da destpêkirin û 17 hezar û 964 welatî îmze avêt û daxwaz kirin ku ezmûn bê taloqkirin. Endama Egîtîm Senê Ozgur Çelîkkalelî Kurd jî da zanîn piştî vîrus bidawî bû bila ezmûn pêk bên.   ‘Di pêvajoya pandemiyê de di perwerdê de kêmasî hatin jiyîn’   Ozgurê destnîşan kir ku ji ber vîrusê di perwerdehiyê de kêmasiyên cidî tên jiyîn û wiha berdewam kir: “Cîhan diguhere lê zarokên me tenê teknolojiyê tenê dema lîstikan dibînin. Vê pêvajoyê hinek ev şikyan lê têr nake. Piranî xwendekar pisgirêka wan ya înternetê heye. Hinek televîzyon di malên wan de tunene. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên cidî hatin jiyîn. Wekheviya derfetê hat jiyîn. Hinek xwendekar derfetên wan yên dersa taybet heye lê gelek hewce bi mamoste dibînin.”   ‘Bertek tune hesibandin’   Ozgurê balkişand ser xwendekarên ji bo ezmûnê xwe amade dikin û got: “Me nifşekî ku wekê di pêşbirkê de ne, gîhandiye. Di carekê de gotin ezmûn wê di Tîrmehê de bin. Piştre gotin gotin di hezîranê de ye. Wê di 2 mîlyon û nîv xwendekar bikevin ezmûna YKS’ê. Tevî hemû bertekan ev nerazîbûn nedîtin. Pirsên me yên ku me ji rayedaran pirsîn jî hÎna nehatine bersivandin. Dîroka ezmûnê diyare lê bersiva pirsên me yên wekê ‘ Amadekariyên we çi ne, hun çi dikin’ hîna nehatiye dayîn.”   ‘Malbat ji bo zarokên xwe ewlehiyê dixwazin’   Ozgurê bi lêv kir ku malbat jî ji vê pêvajoyê bi bandor bûne û got malbat ji bo zarokên xwe ewlehiyê dixwazin. Ozgurê wiha dawî lê anî: “Divê ezmûn di pêvajoya pandemiyê de pêk neyên. Ger pêla duyem bê jiyîn hunê ji zarokan re bêjin çi?Divê keda zarokan neyê dizîn. Tu mafê me tune em ked û salên zarokan bidizin.”