Aktivîstên Parastina Mafên Ajalan: Bêdengî dibe sedemê tundi û îşkenceyê 2020-05-12 09:02:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Aktivîstên Parastina Mafên Ajalan, diyar kirin ku bêcaza hiştina êrîşkarên ajalan tê wateya xelat kirinê û gotin: "Zagona Parastina Ajalan a 5199'an nayê pratîzekirin. Mixabin, sûcên li dijî ajalan tê kirin bê ceza dimînin."   Bi salane yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê tundî û îşkenceya li hemberî ajalan e. Ji bo pêşîlêgirtina îşkence û tundiya li hemberî ajalan bi tu awayî  gavên berbiçav nehatine avêtin. Di heman demê de tê dîtin ku kesên îşkenceyê dikin ji xeynî cezakirinê  ji îşkenceyê re tên teşwîqkirin. Bi salane aktivîstên Parastina Mafên Ajalan li dijî necezakirina îşkenceya li dijî ajalan bi bertek in û her demî nerazîbûnên xwe tînin ziman. Aktîvîstên Komîteya Parastina Mafên Ajalan (HAKÎM) Asli Alpar, Oyku,Yagci û Fatma Bîltekîn derbarê necezakirina êrîşkarên ajalan de pirsên me bersivandin.   'Divê êrîşkar bên cezakirin'    Ji aktîvîstan Asli Alpar anî ziman ku lêkolînên ku ji hêla wan ve hatin kirin nîşan dide ku li her qadên civakî tundî zêde dibe û got: "Dema ku em bi giştî digirin dest, em dibînin ku li her qadên civakê tundî gav bi gav zêde dibe. Ji van ya herî zêde jî tundî û îşkenceya li dijî ajalan e. Em dikarin bibêjin ku sedemê zêdebûna tundiya li dijî ajalan bêcezakirine. Li gorî qanûna jimar 5199'an "Qanûna Parastina ajalan" kes nayê darizandin û êrîş û îşkenceyê wekî sûc nayê dîtin. Kes li gorî qanûna tawanbar tên darizandin ew jî tu wateya wê nine. Wekî her sûcan zêdebûna tundiya li dinî ajalan bêcezabûne. Em dibêjîn ku kesên  ku mafê jiyankirina ajalan bin pê dike û hebûna wan dixe xetereyê divê ji wan kesan re cezayê girtîgehê were birîn."   'Di pêvajoya vîrûsê ajal zirar nedîtin'    Oyku Yagci jî bal kişand ser tundiya li hemberî ajalan û bi lêv kir parvekirinê dîmenên îşkencekirina ajalan tundiyê zêde dike û ev nirxandin kir: "Mixabin heta ku bûyerek li ser medyaya civakî neyê parvekirin, nakeve rojeva civakê. Ji bo ku bê dîtin divê bê parvekirin. Lê dema ku dîmenên îşkencekirinê bi dehan caran hatin parvekirin wê demê tu dibî sedemê zêdebûna îşkenceyê. Piştî demekî ev dibe sedem ku tundî û trawma  normal bên dîtin. Wan pirsgirêkên bingehîn li pişt xwe vedişere. 'Em dozên cûda yên tundiyê ji heywanan re şermezar dikin' Wekî din, em dikarin bi rengek bêbawer bidin alî yên ku dikarin ji vê tundiyê sûd bigirin an mînakên van kirinan bigirin. Ji xeynî parvekirin wêne û dîmenên ku heywan îşkence dibinin divê em jî wan kesên ku ew sûc pêk anî re cezayê girtîgehê bixwazîn. Ji ber ku em armanc dikin ku hişmendiya civakiya heyî biguherin. Lê belê em şewazek din jibîr dikin û ev jî pirsgirêka heyî zêdetir dike. Di pêvajoya vîrûsa koronayê de tenê pêngavek erênî ew bû ku mirov derneketin û heywanan di vê pêvajoyê zirareke nedît û di ewlehiyê de man."    'Bêdengî destûrê dide ku sûcdar bi hêsanî sûcan bikin'   Aktivîst Fatma Bîltekîn jî zêdebûna tundiya li dinî ajalan ji bi hêzbûna nefretê tê û got: 'Li Tirkiyeyê demeke pir dirêj civak ber bi hilweşandine ve diçe. Mixabin, em dibînin ku zext û zordariya civakî li her deverê zêde dibe. Zimanê nefretê  roj bi roj xurt dike. Gava ku hejmara nijadên qedexekirî yên ku di sala 2016'an de hatin desteserkirin 40 bû, ez difikirim ku ev hejmar di sala 2019'an de 2 hezar û 245 zêde bû ji ber ku medya van kûçikan wekî şanber destnîşan dikir. Ajalên bêkes jî bi gelemperî dibin hedefa medyayê. Bêguman ajalan vê civaka dibin hedef. Bêdengî destûrê dide sûcdaran ku bi hêsanî sûcan dikin. Ew ewqas pê bawer in ku dê tiştek ji wan re nebe, dema ku ew heywanek îşkence dikin, ew dikarin wê tomar bikin û bi mirovan re parve bikin."   'Cînayetên li hemberî ajalan hêj jî didomin'    Fatmayê bi domdarî anî ziman ku daneyên binpêkirina mafên ajalan ên ku hatine parvekirin ne rastin û wiha dawî kir:" Dîsa ev dane nîşan  dide ku mirov li hemberî ajalan cînayetek hêj didomin. Her sal li seranserî cîhanê herî zêde 150 mîlyar ji bo goşt tên kuştin, ku bi rastî jî ev tişt nayê qebûlkirin. Axaftinên azadî, evîn û delaliyên jiyanê li dora maseyê bi hevalên xwe re, divê gelek asayî be ku laşê mirî yê zindî yê ku dixwaze mîna me bijî, sekiniye, ev serpêhatiyek hema hema tevahiya cîhanê ye. Divê dada rastîn ji ziman, ol, nijad, zayend, cûdahiyê  neke."