Ferha ya ku hişê xwe winda kiriye tenê kurê wê di bîra wê de ye 2020-05-06 09:08:00   MÊRDÎN - Ferha Yavuz, di sala 1997’an de kurê wê Dogan Yavuz ji helîkopterê ve tê avêtin û piştî vê hişê xwe winda dike. Ferîha kesî nas nake, lê tenê kurê xwe Dogan ji ser zimanê xwe naxîne.   Di salên 90’î de ligel êşên ku hatin jiyîn bi taybet berxwedana dayikan di hişan de cihê xwe girt. Yek jiw an dayikan jî Ferha Yavuz (Dayika Ferha) ye. Ferha li gundê Dengiza yê Stewrê ya Mêrdînê dijî. 80 salî ye. Ferha hem bi sirgunê re rûbirû tê û hem jî kurê wê jiyana xwe ji dest dide.   ‘Hun ji ku tên, we Dogan nedîtiye?   Kurê wê Dogan Yavuz tevlî PKK’ê dibe. Di 1997’an de di pevçûnekê de sax tê girtin û li qerekolê îşkencê lê dikin. Lê tevî îşkenceyê ji naxive. Li ser vê Dogan li helîkopterê dikin û ji helîkopterê de davêjin. Tevî evqas sal derbas bû hîna cenazeyê Dogan nehatiye dîtin. Dayika wî Ferîha ji ber êşa ku dikşîne hişê xwe winda dike. Ferîha piştî kurê xwe, hemû wesayîtên ji ber derê wan derbas dibe disekinîne û pirsa ‘Hun ji ku derê tên, we Dogan nedîtiye?’ dipirse. Tevî ku hişê xwe winda kiriye, yekane tişta ji bîr nekiriye kurê wê Dogan e.   ‘Dayika min nehat ser hişê xwe’   Cemîle Yavuz diyar kir ku dayika wê piştî birayê wê nehatiye ser hişê xwe û got: “Piştî birayê min, dayika min êşek mezin jiya. Gundê me hat şewitandin. Em neçar man koç bikin. Wê tu car Dogan ji bîr nekir. Niha em jî tê de kesî nas nake. Lê tenê Dogan ji bîr nake. Piştî Dogan her kesî dide sekinandin û ji wan dipirse.”   ‘We Dogan nedîtiye?’   Cîrana wê Zekiye Alokmen jî wiha got: “Çar zarokên vê dayikê bi awayên cuda jiyana xwe ji det dan. Dogan di bin çavan de îşkence dît û ji helîkopterê hat avêtin. Êşa wî tu car bi dawî nebû. Cenaza wî hîna nehatye dîtin. Ji her kesî pirsa ‘we Dogan nedîtiye’ dike.”